Du keçên ji Kobaniyê bi sentûr û kemanê strana Hesen Zîrek dijenin

06-10-2019
RÛDAW
Norşîn Kemanîst û stranbêj e, û Perwîn jî li Sentûrê dijene.
Norşîn Kemanîst û stranbêj e, û Perwîn jî li Sentûrê dijene.
Nîşan Kobanî Rojavayê Kurdistanê Norşîn Salih Perwîn Salih Hesen Zîrek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du keçên Kurd ên ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, straneke hunermendê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê, Hesen Zîrek bi sentûr û kemanê dijenin

Heta berî demekê li Rojavayê Kurdistanê, enstrumenta Sentûr nedihate dîtin, muzîkjenan bi piranî keman, tembûr û blûr bi kar dihanîn. Lê ew demek e ku amûa Sentûrê jî kektiye nav muzîka hunermendên Rojavayê Kurdistanê.

Li Kobaniyê, 2 keçên ciwan ên bi navê Norşîn Salih û Perwîn Salih bi sentûr û kemanê straneke hunermendê Kurd ê navdar Hesen Zîrek, dijenin. 

Norşîn Kemanîst û stranbêj e, û Perwîn jî li Sentûrê dijene.

Her du jî strana “Min Hertum Dewê” ya hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek dibêjin.

Hesen Zîrek hunermedekî Kurd ê navdar û ji Rojhilatê Kurdistanê ye, ku bo demekê li radyoyên Kurdî yên Bexda, Tehran û Kirmaşanê stran gotine û bi sedan stranên wî hatine tomarkirin.

Stranên Hesen Zîrek ji muzîk û stranên Kurdî e bûye arşîveke mezin û bi nirx.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst