Kovara “Lêkolînên Kurdî” ya dijîtal dest bi weşanê kir

06-10-2019
Gulbahar Altaş
Nîşan Lêkolînên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kovara dijîtal a Lêkolînên Kurdî bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî dest bi weşana xwe kir.

Yekemîn hejmara Kovara dijîtal a Lêkolînên Kurdî bi dosyaya “Li Kurdistanê Îdeolijî” derket.

Di kovarê de ligel lêkolîn û gotarên akademiyên Kurd, nivîsên akademisyenên biyanî jî digrin. Armanca sereke ya kovarê ew e ku derbarê siyaset, felsefe, ol, civak û çanda Kurdan de zêdetir lêkolîn bêne belavkirin.

Kovar ji aliyê akademisyên Kurd ên weke Mucahit Bilicî, Deniz Çiftçî, Dr. Shahin Ranaie, nivîskar Kerem Malbat, Derya Bayir, Eyup Kerimî, Firat Aydinkaya, Îbrahîm Melezade, Îrfan A.  Azeez, Îsmet Yuce, Janroj Yilmaz, Kemal Silêmanî, Mesut Yegen, Mukadder Bana, Mustafa Zengin, Omer Paçal, Ramazan Kaya û Tahir Baykusk tê amadekirin.

Di hejmara yekemîn de çend gotar û lêkolînên derbarê sosyalîzm, markszîm, netewperwerî û selefiyê de ligel du hevpeyvînên cuda yên bi civaknas û nivîskar Mesut Yegen û siyasetzan Hamit Bozaraslan re cih girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst