Amadekarî ji bo tomarkirina Hewramanê li UNESCOyê tê kirin

06-09-2020
RÛDAW
Nîşan Hewraman UNESCO Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Şûnwarên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyeke UNESCOyê serdana navçeya Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê dike da ku di lîsteya UNESCOyê de tomar bike.

Parêzgarê Kirmaşanê ragihand ku hewl û amadekariyên bo tomarkirina Hewramanê di lîsteya Navçeyên Şûnwarî û Dîrokî ya UNESCOyê de dest pê kirine û di vê çarçovê de komîteyeke taybet pêk tînin û pirsgirêka budceyê jî çareser dikin.

Hoşeng Bazwend, Parêzgarê Kirmanşanê ragihand, ew komîte bi mebesta tomarkirina Hewramê di lîsteya UNESCOyê de ji saziyên parêzgehê tê pêkanîn.

Parêzgarê Hewramanê dibêje, “Tomarkirina Hewramanê di lîsteya UNESCOyê de dê derfeteke baş be bo pêşxistina kerta geştiyariyê li parêzgehê. Divê em bi her şêweyekê hewla ciddî bidin ku sûd ji vê hêlê werbigirin.”

Biryar e di nava du hefteyên bê de, çavdêrên UNESCOyê serdana Hewramanê bikin û di warê çandî û dîrokî de nirxandinekê bo bikin.

Dosyeya Hewramanê dawiya zivistanê bi UNESCOyê hat dayîn û destpêka biharê UNESCOyê ragihand ku divê ew navçe di asta cîhanî de bê tomarkirin.

Omêd Qadir, Rêveberê Mîratên Çandî yê Kirmaşanê veneşart ku hinek girîft li ber tomarkirina Hewramanê li UNESCOyê hene û got, “Eger em bikarin van pirsgirêkan çareser bikin, heta bihara sala bê Hewraman dê di lîsta UNESCOyê de bê tomarkirin.”

Tomarkirina Hewramê 700 gund û hezar û 100 şûnwarên dîrokî li xwe digire, %60 ya wan li Kirmaşan, %40 li parêzgeha Sine ne. Ew dosye herwiha cejn û rêûresmên vê navçeyê jî li gel şêwazê avahîsaziya 36 gundan li xwe digire.

Li hinek ji gundên Hewramanê xelk xaniyên kevn ên kevirî ku sembola Hewramanê ne bi xişt (tuxle) û kelûpelên din avahiyên nû û herwiha bi dîzayneke nû çê dikin ku ev bi xwe metirsiyek e li ser tomarkirina Hewramanê di lîsta UNESCOyê de.

Mihemed Hesen Talbiyan, Cîgirê Wezîrê Mîratên Çandî û Geştyarî, derbarê tomarkirina cîhanî ya her cihekê ji aliyê UNESCOyê ve dibêje, “Ev girîngtirîn sedema serincrakêşana geştyaran e û geştyar berî her tiştekî dixwazin bizanin ka ew cih di UNESCOyê de hatiye tomarkirin an na!”

Cîgirê Wezîrê Mîratên Çandî û Geştyarî dibêje, zêdetir ji 200 welat endamê wê rêxistinê ne û her cihek li UNESCOyê bê tomarkirin di serdema şer û krîzan de alîkariyê didin û divê asayişa wan parastî be. Jibilî wê, taybetmendiyên wan cihan bo 36 zimanên cîhanî tên wergerandin, ev jî bo serincrakêşana geştyaran e.

Mercên UNESCOyê ji bo pesendkirina navçeyên dîrokî;

-Şûnwarekî girîng ku ji aliyê mirov ve hatibe çêkirin

-Belgeya guherînê be di dîroka mirov di warên hunerî, endazyarî, teknolojî û nexşesaziya bajar de

-Di warê çandî de taybetmendiyeke taybet hebe ji bo şaristaniyê

-Cih nimûneyeke diyar a avahî, şêwazê endazyarî û teknolojî be ku derxerê serdemeke girîng a dîrokî be

-Nimûneyeke bilind a şûnwarê niştecihbûna mirovahiyê ku belge be li ser çandeke ciyawaz bi taybet eger metirsiya nemana wê çandê hebe

-Bi şêwazekî rasterast girêdayî be bi nerît, bîroke, bawerî û hunerî ya bilind a niha ve

-Şûnwarekî girîng ê sirûştî be ku ciwaniyeke taybet hebe

-Nimûneyeke bilind a qonaxeke dîrokî ya girîng a zevî be, wek tomarkirina şûnwarekî berê yê jiyanê, proseyeke berdewam a jeolojî û guherîneke berçav a şûweyê navçeyê

-Nimûneyeke bilind a guherîneke berdewam a berçav a bejahî, derya û beravan be

-Girîngtirîn û berçavtirîn jîngeha sirûştî ya komelek zîndewerên ciyawaz be, wek wê zîndeweriya metirsiya jinavçûnê li ser e û di warê zanistî de girîng e

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst