Hewlêr (Rûdaw) - Sîmir Rûdan bi klîba xwe ya nû ya anîmasyonê ji bo “hevhimbêzkirina mirov û ajel û xwezayê” bang dike.
Hunermend Sîmir Rûdan ji bo strana xwe ya bi navê ‘Strana Me’ klîpeke anîmasyonê amade kir û armanc ji vê klîpê jî ew e, "ev muzîk bigihîje asteke gerdûnî."
Ev klîpa anîmasyonê ku bi hevkarî û alîkariya hemwelatiyekî bi navê Ulaş Sabahattîn û bi derhêneriya Alkim Serbest hatiye amadekirin û “Di wê klîpê de ne tenê ji bo mirovan ji bo ajel û xwezayê jî banga himbêzkirinê dike.”
Sîmir Rûdan berî çend mehan albûma xwe ya duyem bi navê Kevî belav kiribû ku ji 10 stranên Kurdî pêk dihat û ‘Strana Me’ jî yek ji wan stranan e ku di albûma Kevî de cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse