Nexşandina berhemên dîrokî li ser dar û ber û mehfûran

06-04-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Semsûr Nexşandina Berhemên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berhemên mîrata çandî yên Semsûrê li ser dar û berd û mehfûran dinexşînin û dewlemendiya dîroka bajarê xwe didin nasîn.

Li Semsûra Bakurê Kurdistanê jinên di bin sîwana şaredariyê de li Navendên Jin û Ciwanan hatine ba hev bi wêneyên berhemên dîrokî yên bajêr xemla çêdikin û difroşin.

Berpirsê Navenda Jin û Ciwanan Ramazan Dinç got "Li vêderê hunerên me yên destî hene. Me gotibû, neqişandina sifirê, nexşandina kundirê avê dikin. Niha cihê em lê ne kargeha me ya nexşandina mehfûran e. Em li vêderê kursên hunerên destî didin jinan. Me xwest em dîrok û hunerên destî bigihînin hevûdu. Pira Cendereyê, Çiyayê Nemrûd û laleyên me yên vaja hene. Me xwest em bi hunerê binexşînin."

Jinên tên navendên jin û ciwanan hem wexta xwe derbas dikin û hem jî fêrî pîşeyê dibin.

Endamê Navenda Jin û Ciwanan Nazli Abay dibêje "Ez xwendekara zanîngehê me, ez ji bo kursê hatim vê derê, min serî lê da. Ez dersê dixebitîm, lê nehatim damezrandin û stresa min gelekî zêde bû. Ez hatim vêderê ku wexta xwe derbas bikim."

Li gorî lêkolînên ku li Şikefta Palaniyê hatine kirin dîroka Semsûrê heya berî zayînê 40 hezar salan vedigere û gelek cihên dîrokî wek Peykerên li Çiyayê Nemrûd, Kela Xisni Mensûr, Pira Cendereyê, Şikefta Palaniyê û Bajarê Dîrokî Pirîn lê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst