Behzad Berojî hewl dide stran û muzîkên koçerên Dêrikê vejîne

06-02-2021
RÛDAW
Nîşan Behzad Berojî Dêrik Rojava Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Behzad Berojî hunermendekî nifşê nû yê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, ku hewl dide stran û muzîkên koçerên Dêrikê vejîne, ku niha bi amûrên nû yên muzîkê yên weke orgê ketine ber metisyiya jibîrçûn û jinavçûnê.

Hunermend Behzad Berojî li gundê Berojê yê devera çiyayê Qereçoxê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, di sala 1979an de ji dayik bûye.

Hemû şêniyên wê deverê koçer in. Çand û hunera wan gelekî dewlemend û rengîn e.

Hunermend Behzad gelek stranên folklorî ezber kirine, ji gelek jêderan û ji mala cîranê xwe Ûsivê Elî Xira yê ku niha li Herêma Kurdistanê ye ku zirnevan û dengbêj bûn, mixabin niha li devera Dêrikê zirnevan nemane.

Behzad û çend hunermendên din ji nifşê nû van stranan dibêjin, wan nû dikin, lê vêga amûra muzîkê ya orgê ketiye dewsa zirneyê.

Behzad ji Rûdawê re ragihand, ku wî her ji zaroktiya xwe ve guh dide stranên koçeran û dema ku li zirneyê dida, mêr û jinan stran li hev vedigerandin. Ew hunermendê nifşa nû gelek şêwe û cûreyên meqam û rîtmên taybet bi koçerên devera Dêrikê dibêje; wek serilî, payîzok, heyran, xizêmok û lavij.

Ew dibêje ku koçeran meqam li gor xweza û siruştê saz dikirin, lewma payîzok wek payîzê xwe diguherin, gelek meqaman bi kar tîne û dîsa vedigere meqamê destpêkê.

Behzad bi xwe stranan diafirîne di rengê folklorê de wek strana ‘ha zeriyê’, ku wî û hevalê xwe Serdar Berojî bi hev re amade kirine.

Behzad niha li bajarê Dêrikê rûniştiye û dawet û zemawendan li dar dixe.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst