Dengbêj Yasîn Turk: Li Bakurê Kurdistanê xizmeta bo çanda Kurdî kêm e

06-01-2021
Abdulselam Akinci
Bilûrjen û dengbêj Yasîn Turk
Bilûrjen û dengbêj Yasîn Turk
Nîşan Yasîn Turk Dengbêj Bakurê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bilûrjen û dengbêjê Kurd Yasîn Turk dibêje, “Li Bakurê Kurdistanê xizmeta bo huner û çanda Kurdî gelek kêm e.”

Di sala 2020an de Coronayê wiha kir ku karûbarên hunerî bi temamî rawestiyan. Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên hunerî bi tenê li ser platformên medyaya civakî birêve diçûn, ew jî pir lawaz bûn.

Hunermend jî ketine rewşeke gelekî zehmet. Hem peywendiya wan a li gel civakê qut bûye û hem jî di warê dahatê de jî ketine tengasiyê.

Di hevpeyvîneke taybet de bilûrjen û dengbêjê Kurd Yasîn Turk behsa rewşa huner û hunermendan dike di vê serdema Coronayê de û gilî û gazindên wî hene ji xebatên bo hunera Kurdî.

Hunermend Yasîn Turk dibêje, li Bakurê Kurdistanê di wartê xizmeta bo çand û hunerê de lawaziyek heye û hêvî dike ku di sala 2021an de xebat û çalakiyên hunerî zêde bibin û tekez jî dike, “Evîndarê çand û hunera Kurdî me. Ez hêvîdar im e jî çand û hunera xwe bi azadî û serbestî pêşkêş bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst