Pirtûka ‘Mesûd Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê’ hat belavkirin

06-01-2021
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Pêşmergeyê Serxwebûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema “Mesûd Barzanî…Pêşmergeyê Serxwebûnê 16.08.1946-25.09.2017” ji aliyê Aso Hacî ve hatiye nivîsandin û amadekirin. Besam Mistefa jî Kurmanciya wê amade kiriye.

Ev kitêb di bingeha xwe de belgefîlmekî taybet bû ku Aso Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re amade kiribû û li ser ekrana Rûdawê hate weşandin, paşê biryar hat standin ku bê berfirehkirin û hin zanyariyên din lê bên zêdekirin û di şêweyê kitêbekê de derkeve holê.

Naveroka pirtûkê bi giranî li ser qonaxên jiyana serkirdeyê Kurd Mesûd Barzanî ye, ji dema jidayikbûna wî li Mihabada Rojhilatê Kurdistanê di sala 1946an de û heya 25ê îlona 2017an ku roja dîrokî ya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû.

Herwiha gelek kes ji hevrêyên Serok Mesûd Barzanî jî di berhemê de behsa kesayetiya wî dikin û ronahiyeke bêtir didanin ser dilsozî û têkoşîna bê navber a lîder û pêşmergeyê Kurd kak Mesûd Barzanî.

Mesûd Barzanî, kurê serkirdê dîrokî yê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Mesûd Barzanî roja 16 Tebaxa 1946an li serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê jidayik bû, ku heman roja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Mesûd Barzanî, niha Serokê Giştî yê PDKê ye. 

Barzanî kurê malbateke bi navûdeng ê şoreşger û olî ye, sedsalek e bo bidestxistina mafên netewî yên Kurd têkoşîn û xebatê dikin.

Hûn dikarin ji vê derê temama pirtûkê bixwînin: Mesûd Barzanî…Pêşmergeyê Serxwebûnê 16.08.1946-25.09.2017

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst