Şefîq Bavê Reid 45 salan şahî bi rêve birine

05-10-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Hunermend Şefîq xelîfeyê hunermendê koçkirî yê Rojavayê Kurdistanê Yûsifê Çelebî ye
Hunermend Şefîq xelîfeyê hunermendê koçkirî yê Rojavayê Kurdistanê Yûsifê Çelebî ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Şefîq Bavê Reid bi çêkirina tembûr, saz û baxlemeyan tenêtiya tarî dişikîne û debara jiyana xwe jî peyda dike.

Hunermend Şefîq ji temenê 14 salî ve tembûrê dijene, bi stranên xurfanî dest pê kir wek strana Emîna, Sînemê û Finciko û gelek stranên din.

Hunermendê gelêrî Şefîq Bavê Reid ku sala hatiye ser rûyê dinyayê, 45 salan şahî bi rêve birine, dibe ku lingek li Rojavayê Kurdistanê nemabe ku li ber saz û dengê wî nehejiyabe.

Ew xelîfeyê hunermendê koçkirî yê Rojavayê Kurdistanê Yûsifê Çelebî ye. Hemû stranên Çelebî ezber kirine û wek parzêvanê berhemên wî tê naskirin. Çîroka Çelebî û serokê Sûriyê Hisnî el Zeîm dibêje, ew heya newqê sersam û aşiqê Çelebî ye.

Kurd dibêjin “Yek heye bi sedî, sed heye ne bi yekî” Bavê Reed jî di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî de, bi tenê yek stran çêkir, strana Edlayê kir kilîp, pir deng veda û li her çar parçeyên Kuridstanê li ser zar û zimanan geriya.

Niha hunermendê Kurd Şefîq Bavê Reid li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi tena xwe di malekê de dijî û debara jiyana xwe bi karê sazkirina amûrên muzîkê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst