Tirkiyê bi fermî dengbêj weke hunermendên hilgirê mîrata çandî tomar kirin

05-07-2022
Abdulselam Akinci
Tirkiyê bi fermî dengbêj weke hunermendên hilgirê mîrata çandî tomar kirin
Tirkiyê bi fermî dengbêj weke hunermendên hilgirê mîrata çandî tomar kirin
Nîşan Dengbêj Tirkiye Bakurê Kurdistanê Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrata muzîka Kurdî dengbêjî ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ve bi awayekî fermî hat qebûlkirin û dengbêj bi fermî weke hunermendên hilgirê mîrata çandî hatin tomarkirin.

Li Amed a Bakurê Kurdistanê 17 dengbêjan serî li Wezareta Çand  û Geştyariyê dan û piştî ku serlêdana wan ji aliyê komîteyeke taybet ve hat nirxandin, 13 ji wan bi fermî weke dengbêj hatin tomarkirin û nasnameya hunermendiyê wergirtin.

Li Amed a Bakurê Kurdistanê 17 dengbêjan ji bo ku bi awayekî fermî weke hunermend werin qebûlkirin serî li Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê dan. Di encama serlêdana wan de lijneyeke pispor ya  Wezareta Çand û Geştyariyê bi 17 dengbêjan re milaqat kirin. Piştî  milaqatê lijneya pispor 13 dengbêjên Amedê weke hilgirê mîrateya çandê qebûlkirin û ji bo 13 dengbêjan nasnameya hunermendiyê hat dayîn.

Her wiha têgeha Dengbêj jî weke navekî serbixwe û taybet hat tescîlkirin. Bi vî awayî dêngbêjî edî ket lîteratora fermî. Ji îro şûn de jî dengbêjên ku bixwazin xwe wek dengbêj li Wezareta Çand û Geştyariyê bidin qeydkirin dê karibin serî li wezaretê bidin. Di encama milaqatê de li gor pîvanên lijneyeke pispor yê ji bo wan jî biryar were dayîn.

Rêveberê Sazîya Parastin û Xurtkirina Ziman ya Şaredariya Amedê Ezîz Altiboga got, “Dengbêjî hunereke gelekî dewlemend e. Me xwest em wê hunerê bidin naskirin. Armanca me ew bû.”

Piştî serlêdanê dengbêjên Amedê di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de ji aliyê lijneyeke pispor ya  ku ji 11 kesan pêkhatin de ketin milaqatê û li gor pîvanên lijneya pispor 13 dengbêj serkeftî hatin dîtin.

Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî anî ziman, “Di milaqatê de bi taybetî di warê dengbêjîyê de ji me tê pirsîn. Dengbêj kî ne, dengbêj çawa bûne dengbêj, kilamên ku dengbêj bideng dikin berhemên wan in yan jî ji hin kesan girtine. Me jî li gor pirsên wan bersiv da wan.”

13 dengbêjên ku  ji ezmûna milaqatê derbas bûn wek hilgirên mîrateya çandê hatin qebûlkirin û her wiha wan bi navê dengbêj mafê nasnameya hunermendîyê bidestxistin.

Dengbêj Remezanê Tembela got, “Êdî dengbêjên Mûşê, Wanê, Qereyaziyê û dengbêjên derdorên me hemû dikarin herin Enqerê serlêdan bikin û vê nasnamê bistînin.”

Dengbêj Fesîhê Pasûrî anî ziman, “Ji niha pê de dewletê em naskirin, Wezareta Çand û Geştyariyê em naskirin. Em jî ji hunermendên xwe hesibandin û em kirin nav xebatkarên xwe.”

Dengbêj Mihemedê Nenyasî jî got, “Ev 17-18 sal in em dengbêjiyê dikin lê ji îsal pê ve em bûn fermî. Yanî heta niha em dengbêjên şexsê xwe bûn.”

Ev biryara erênî ya Wezareta Çand û Geştyariyê biryareke fermî û rewşek mînakî ye. Her dengbêjek ku  pîvanên wezarêtê bi cîh bîne di encama serlêdanê de dê bi navê dengbêj wek hunermend were qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst