Îranê rê neda cenazeyê derhênerê Kurd derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mansûr Kerîmyan Derhêner Rojhilatê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Îranê rê neda ku cenazeyê derhênerê Kurd Mensûr Kerîmyan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe.

Kerîmyan ku bi eslê xwe Kurdê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, demeke dirêj bû ji bo çêkirina filman li Rojavayê Kurdistanê dima.

Hêzên Tirkiyeyê 25ê Kanûna Pêşîn bi dronan êrişî bajarokê Swediyê yê Dêrikê kiribû.

Di encama êrişê de, derhênerê ji bajarê Sîneyê Mansûr Karîmyan canê xwe ji dest dabû.

Piştre cenazeyê Kerîmyan ji Rojavayê Kurdistanê anîbûn Başûrê Kurdistanê da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin û li bajarê Sineyê were veşartin.

Lê desthilata Îranê rê neda ku cenazeyê derhênerê Kurd derbas bibe.

Ji ber wê yekê, cenazeyê Kerîmyan dê 7ê vê mehê li Silêmaniyê were veşartin.

Mansûr Kerîmyan kî ye?

Mansur Kerîmyan sala 1984an li bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Kerîmyan 20 sal in bi sînemayê re mijûl dibû.

Lîstikvan û derhênerê Kurd di filmên dirêj ên wekî “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd” û di kurtefilmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de lîstiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst