Nûredîn Zaza yan 'Çexovê Kurd' ji bilî siyasetê ji bo wêjeya kurdî jî kedek mezin da
Hewlêr (Rûdaw) - Nûredîn Zaza siyasetvan û rewşenbîrê Kurd li tenişta xebata xwe ya siyasî, di warê wêjeya kurdî de jî mijûl dibû. Zaza çîroknivîsekî jîr bû. Zaza ku sala 1988an koça dawî kir, çîrokên xwe di govarên Bedirxaniyan de belav dikir û çîrokên wî bêtir derbarê rewşa gelê Kurd de ne û Zaza di wan govaran de behsa doza rizgariya Kurdistanê dikir.
Nûredîn Zaza ne tenê têkoşer û siyasetmedarekî Kurd bû, lê di warê wêjeya kurdî de jî, di aliyê wergerandin, helbest û çîroknivîsiyê de xwedî ked û tilîmoreke berçav bû. Mîr Celadet Bedirxan ewqasî bi çîrokên Zaza sersam bû ku navê wî kiribû Çexovê Kurd.
Nûredîn Zaza çîroknivîsekî jîr bû. Piraniya kurteçîrokên xwe li jêr navê “Nûredîn Ûsif” di kovarên Hawar û Ronahiyê de li Şamê, di salên navbera 1930 û 1940an de belav kir. Bi taybetî çîrokên wî yên bi navê: Perîşanî, Hevîna Perîxanê, Şîretên Ehmedê Xanî, Ji Xortan Re, Keskesor, Gulê û Xurşîd.
Çîrokên Zaza pexşaneke wêjeyî ya bedew in, bi kurdiyeke şîrîn û zelal, li dor mijarên kurdî ne. Honaka Zaza ya çîrokê modern û nûjen bû. Mijarên çîrokên wî girêdayî serbestî, milet û welatperwerî û rizgariya Kurdistanê bû.
Zaza bi rêya çîrokên xwe zulm û zordariya ku li ser gelê Kurd tê kirin nîşan dide, qala dostanî, dildarî û evîna rasteqîn dike û behsa şoreş û serhildanên kurdan dike. Bi zimanê xwe yê kûr û herikbar û şîrîn dilê xwîneran bi xwe ve girê dide.
Di çîroka “Perîşanî” de, Zaza bi peyvên ku agir bi dilê mirov dixin, behsa jana xerîbî û dûrî welatiyê dike, bedewî û hêjatiya Kurdistanê diyar dike. Li Şamê, dilşikestî li hafa pencereyekê li derve dinihêre û wisa dibêje:
“Li taxa Mihaciran, ji oda xwe temaşa bexçeyên Şamê dikim. Ji nişkê ve zozanên Kurdistanê ên bilind, bi dar û avên cemidî tên bîra min. Ez xwe li wê derê, li ser kanîkê, li bin daran dibînim. Doraliyên min giş hêşînayî ne. Ji bihnên xweşik pozê min vedibe û sînga min hildibe. Çiqas bi kêf im, çiqas bextiyar im, bihuşt! bihuşteke rastîn.”