Stranbêja Rûs Utah li Dêrezorê ji leşkerên Rûs re stran gotin

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja Rûs Utah (Anna Osipova) li Hims û Dêrezorê aheng ji leşkerên Rûsî re saz kir.

Utah serdana Sûriyê kir û çû nava serbazên welatê xwe li Dêrezorê û şahiyek ji wan re pêşkêş kir.

Li herdu parêzgehên Hims û Dêrazorê Utah bi stranên xwe morala serbazên Rûs bilind kir û kêfa wan anî.

Di vê ahenga Utah de, fermandarên pile bilind jî beşdar bûn.

Utah ya Rûs, wesayîteke serbazî ji xwe re kir stêc û li ser stranan got.

Her wiha hinek wêneyên xwe bi kincên leşkerî li ser Istagrama xwe belav kirine.