Koma Mîrzo strana 'Çavê te û Şingal' belav kir

04-08-2024
RÛDAW
Nîşan Koma Mîrzo Çavê Te û Şingal Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma Mîrzo ya muzîkê strana xwe ya bi navê “Çavên te û Şingal” belav kir.

Koma Mîrzo berhema xwe ya herî nû “Çavên te û Şingal” di salvegera Komkujiya Şingalê de wekî klîb li ser platformên dijîtal belav kir.

Strana “Çavên te û Şingal” li ser komkujiyên li hemberî Kurdên Êzidî ye.

Koma Mîrzo bi cilûberên Kurdên Êzidî û amûrên cuda yên mûzîkê tê de tên bikaranîn di klîbê de pêşkêş dike.

Peyv a Ehmed Şingalî ye û awaza muzîkê jî ya Ferhedê Herbo ye.

Herwiha senaryo û derhêneriya muzîkê jî Mîrzo Hishyar Mîrzo dike.

Koma Mîrzo got, “Ev berhem diyarî ye ji bo hemû şehîdên fermana 2014an a li ser Êzidiyan û hemû kedkarên doza Êzidiyan.”

Gotinên stranê wiha ne:

Ji fermanê em direvîn

Çavê min her li tebû

Li çiya de dimeşîm

Her bala min li ba tebû

Li zindana de em diqîrîn

Tu her hîviya min bûyî

Li berxwedanê de dicengîn

Rext û fîşeka min bûyî

Bi tinê çavê te û şingal

Her tiştê dî tinebûn

 

Em her du ne bi tinê bûn

Bi hezara id wekî me mebûn

Li ber dîwara û li ser cada

Bê welat û koçber bûn

Qumaşek spî wek kifin

Mal û paşroja mebûn

Şewat û birûsk û baran

Ti her tiktila dilê mibûyî

Bi tinê çavê te û Şingal

Her tiştê dî tinebû

 

Li xew de em diçûne Şingal

Zarokêt me li pî mebûn

Gorêt bi kom û dengê bomba

Mozîka xema mebûn

Cangorî û keziyêt bûka

Li pêşwaziya min û tebûn

Mala me dihêswa

Dilxweşiya min û tebû

Bi tinê çavê te û Şingal

Her tiştê dî tinebû

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst