2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: Xelata Kurtefîlma Herî Baş hat dayîn

Moskow (Rûdaw) – Îro Duşemê xelatên Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê hatin belavkirin. Xelata kategoriya Kurtefîlma Herî Baş Saman Huseyinpûr bi fîlma “Yekî Din” wergirt.

Endamên jurî, hemû derhêner û lîstikvanên ku beşdarî Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskow bûn, di roja pêncan a festîvalê de li Hola Sînemayê ya Karo Oktyabr kom bûn.

Endamên juriyê xelata Fîlma Herî Baş a Direj dane fîlma “Cîran” ya derhêner Mano Xelîl ê ji Rojavayê Kurdistanê ku ew bi xwe ji ber astengiyên çûn û hatinê ne amade bû.

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di 29ê Hezîrana 2022an de dest pê kir û heta 13ê Tîrmehê li Moskowê berdewam be.

Xelata kurtefîlma herî baş fîlma “Yekî Din” a Saman Husênpûr wergirt.

Saman Husênpûr li ser fîlma xwe ji Rûdawê re got, “Derhêneriya fîlma Yekî Din min û Ako Kerîmî kir. Ev fîlm yekem kurtefîlma Kurdî ye ku produserekî Hîndî yê Bollywoodê tê de beşdar bûye û alîkariya me kiriye ku em vê fîlmê çê bikin.”

Husênpûr herwiha anî ziman, “Produserê Hindî Ravînder Daka ku min bi rêya emailê xwe gihandê û wî jî got ez dê kêfxweş bim ku bi derhênerên Kurd re bixebitim û ev fîlm li ber destê min bû, me biryar da ku em bi hev re vê fîlmê bixebitin.”

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 54 fîlman pêk dihat, ji wan 30 film di 4 beşan de ketin pêşbirkê.

Îro Duşemê 4ê Tîrmeha 2022an Xelatên duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê ku ji 4 beşan pêk dihat hatin belavkirin.

Di nav fîlmên ku hatine xelatkirin di beşa fîlma hunerî ya dirêj de Mano Yûsif bi fîlma `Cîran` xelata hêrî baş wergirt û di beşa kurtefîlma herî baş a belgefîlmê de Perwîz Rostemî bi fîlma `Heft Senfoniyên Zagrosê` xelata herî baş wergirt, baştirîn belgefîlma kurt jî, “Heft Semfoniyên Zagrosê” ya Perwîz Rostemî tê hilbijartin.