8emîn pêşbirka helbestê ya Arjen Arî tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî ku yek ji pêşengên helbesta kurdî ya nûjen e û 30ê Cotmeha 2012an koça dawî kiribû, îsal 8emîn pêşbirka helbestê dê birêve biçe.

Pêşbirk bi mebesta xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye.

8emîn pêşbirka helbestê, ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê sazkirin.

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike ev in;

-Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

-Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin. 

-Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.

-Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.     

-Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.

-Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

-Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

-Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

-Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

-Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe bêne şandin.

-Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USByek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire.

-Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin.

-Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

-Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.

-Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2021an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin, “Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:

Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî

Yenişehir Mah. Ali Emiri 7.Sokak Karacadağ Apt. Kat:1 Daire:7 Yenişehir/Diyarbakır

(poste divê li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê be)

-Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

-Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin.

-Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

-Di 1ê Nîsana 2021an de serîlêdan bidawî dibin.

Pêwendî: (05434886996 - 0412) 2282613

Lijneya Pêşbirkê jî bi vî awayî ye:

Berken Bereh

Necla Arî

Mueyed Teyib

Evîn Şikakî

Îrfan Amîda