Hunermendê Kurd Ammar Kofî stranek li ser Rojavayê Kurdistanê got

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd yê ji Zaxo Ammar Kofî, stranek li ser Rojavayê Kurdistanê got.

Ammar Kofî stranek li ser Rojavayê Kurdistanê amade kiriye û klîba wê yekem car li ser Rûdawê belav bû.

Stran bi navê Rojava ye, gotinên wê Xalid Omer nivîsandine û muzîka wê jî Keder Ehmê çêkiriye.

Derhêneriya vîdyo klîpa stranê jî Karwan Meskê kiriye.

Herwiha muizîkenê Kurd Helkewt Zahir beşdarî di çêkirina stranê de kiriye.