Piştî mirinê jî belgefîlma derhênerê Kurd xelat wergirt

03-10-2021
RÛDAW
Nîşan Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî Belgefîlma Nanê Pîroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma “Nanê Pîroz” a derhênerê koçkirî yê Kurd, Rehîm Zebîhî û ji berhemanîna sînemakarê Kurd ê navdar Tûrec Eslanî, di 24mîn xûla Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Ola Îro (Religion Today) de li Îtalya xelata belgelfîlma herî baş a beşa pêşbirka serekî bi dest anî.

Nanê Pîroz, berhema herî dawî ya derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî ye ku ji aliyê kompanyaya sînemayî ya “Mad Movie” ve hatiye berhemanîn û sînemakarê Kurd Tûrec Eslanî karê berhemanîna wê kiriye. Ev belgefîlm di nehemîn beşdariya xwe ya festîvalên navdewletî de, roja 28ê Îlona 2021an di beşa pêşbirka serekî ya festîvalê de li bajarê Trento yê Îtalyayê hat nimayişkirin û karî xelata baştirîn belgefîlma festîvala “Religion Today” bi dest xwe ve bîne.

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Religion Today, bi armanca bihêzkirina ferhenga aştî û danûstandinê di nav bîr û bawerî û kulturan de, herwiha diristkirina pireke peywendiyê di navbera sînema û olên cihê yên cîhanê, di sala 1997an de hatiye damezrandin.

24mîn xûla wê festîvala navdewletî bi nimayişkirina fîlmên sînemayî, belgefîlm û kurtefîlmên sînemakarên gelek welatên cîhanê, di navbera rojên 22 heta 29ê Îlona 2021an de li bajarê Trento yê Îtalyayê hat lidarxistin.

Belgefîlma Nanê Pîroz a Rehîm Zebîhî ji aliyê kompanyaya ELI Image ve û bi berpirsyariya Êlahê Nûbext di asta cîhanê de tê belavkirin.

Rehîm Zebîhî ji Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Baneyê ye û sala 2018an di bûyereke trafîkê de li Baneyê jiyana xwe ji dest da.

Zebîhî di temenê xwe yê kurt ê derhêneriyê de, gelek fîlm berhem anîn ku navên beşek ji fîlmên wî wiha ne: Hawar, Satalayt û Bidawîbûna Şer, Ew Zilamê çûbû Seyranê, Terorîstek Dadikeve, Roja Dawî, Stres, Semaya Rengan, Welatê Efsanê.

Berî festîvala li Îtalya, ew belgefîlm di beşa “Pêşbirka Asyayê” ya 13mîn xûla Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a DMZ de ku wek festîvala herî giring a belgefîlman li Asyayê ye, li Koreya Başûr hat nimayişkirin.

Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a DMZ, di navbera 9 heta 16ê Îlona 2021an de, bi nimayişkirina 130 belgefîlmên ji 40 welatên cîhanê ve, bi naveroka ‘aştî, peywendî û jiyan’ li Koreya Başûr hatibû sazkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst