‘Demîrtaş zindan veguhest dibistaneke wêjeyî’

Amed (Rûdaw) - Pirtûka Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ya bi navê Efsûn ji weşanên dîpnotê derket û li bazara pirtûkfiroşan cihê xwe girt. Nûnerê PENa Tirkiyê jî dibêje, “Demîrtaş weke nivîskarekê zindan veguhest dibistaneke wêjeyî.”

Di nava heftiyekê de bi dehan hezar sîparîş ji bo Efsûnê hatin wergirtin. Pirtûk 100 hezar hatiye çapkirin û tê çaverêkirin ku di nava 10 rojan de pirtûk biqede û çapa wê ya duyemîn jî dest pê bike. 

Efsûn 4emîn pirtûka Hevserokê berê yê zindankirî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş e. Bi cureyê romanê nivîsandiye. Weke wan pirtûkên din ev Efsûn jî bi zimanê tirkî ye. Pirtûk di carekê de 100 hezar hat çapkirin.

Ji niha de bi dehan hezar sîparîş ji bo pirtûkfiroşan hatine. Li gorî pirtûkfiroşan heta 10 rojan dê ev pirtûk biqede û çapa duyemîn jî dest pê bike.

Berfîn Huseynî, Berpirsa Pirtûka Kurdî, dibêje, “Sîparîş li ser sîparîşê tên. Em heta mehek jî belkî bi vê lezê berdewam bikin. Efsûn çawa kete destê me, em pê re nedigihiştin, hevalên me jî hatin alîkariya me. Em ê îro wan bigihijînin ber destê xwîneran.”

Li gorî rêveberên PEN'a Tirkiyeyê ku sîwaneke nivîskarên tirkînûs e, piştî pirtûkên nivîskarên navdar Orhan Pamuk û Yaşar Kemal herî zêde pirtûkên Demîrtaş têne firotin.

Şeyhmus Dîken, Nûnerê PENa Tirkiyê li Amedê, dibêje, “Ez nasnameya wî ya siyasî datînim aliyekî lê bi rastî jî Selahedîn Demîrtaş weke nivîskarek zindanê veguhest dibistaneke wêjeyî. Sê pirtûk nivîsandin. Li gorî agahiyên ku min ji weşanxaneyan wergirt, ew hersê pirtûk herî kêm 800 hezar heb hatine firotin û gihiştine ewqas mal û kargehan. Îcar bi Efsûnê re êdî bi rastî jî profîla nivîskarekî serkeftî û nasnameyeyeke wêjeyî em dibînin.”

Pirtûkên Demîrtaş ên berê Leylan û Dewran li çend zimanên din jî hatin wergerandin. Lê pirtûka wî ya bi navê Seher ingilizî jî tê de li 12 zimanan hate wergerandin. Kurmanciya pirtûkê ji aliyê Rêdûr Dîcle ve û soraniya wê jî ji aliyê Ferhad Çomanî ve hate wergerandin.