Alî Înanir berhema 'Dayikên Şemiyê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Alî Înanır, nûtirîn berhema xwe bi navê "Cumartesi Annelerim (Dayikên Şemiyê)" bi awayê vîdeoklîp belav kir.

Ev berhem ji peyv û awazên Ali İnanır e û karê derhêneriya vîdeoklîpê jî ji aliyê Makan Kakzad ve hatiye kirin û jêrnivîsa Kurdî jê re hatiye kirin û kesek jî bi hêma naveroka stranê ji bo kesên nebihîst behs dike.

Alî Înanır derbarê vê berhemê dibêje, ew dixwaze êş û azarên dayikên Kurdan li Bakurê Kurdistanê nîşan bide ku heya niha bi hezaran kes ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve hatine kuştin û binçavkirin.

Strana "Dayikên Şemiyê" îro li ser kenala Youtube ya Alî Înanır hat belavkirin. 

Alî Înanir sala 1982 li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, dema 10 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê "Zerrî Dej" belav kir.

Hunermend Alî Înanir ji bilî albuman, hejmarek stran bi single û videoklîp jî belav kirine.