Sofî Omer: Dema digrim govendê haya min li cîhanê namîne

Şemzînan (Rûdaw) – Welatiyê Kurd ê ji Şemzînana Bakurê Kurdistanê, Sofî Omer ku li ser medyaya civakî û bi giştî bi serçopiya li govendên Kurdî li wê deverê navdar bûye, dibêje, dema ew digire govendê haya wî ne li derdora wî û ne jî li cîhanê heye û tenê li şahiyê û govendê difikire.

Sofî Omer li piraniya dawet û govendên Kurdî yên li navçeya Şemzanînê û parêzgeha Colemêrgê beşdar dibe û bi serçopiya xwe ya li govendan û bi liv û tevgerên xwe yên di govendê de, li herêmê kesekî naskirî ye.

Dîmenên vîdeyoyî yên serkêşiya Sofî Omer ên di govendan de, li ser medyayên civakî gelek hatine belavkirin û nav û dengê wî welatiyê Kurd ji Şemzînanê pê de biriye û ji ber medyaya civakî niha li gelek cihên Kurdistanê, ew welatiyê Kurd kesekî naskirî ye.

Sofî Omer ji Rûdawê re behsa hezkirina xwe ya ji bo govendên Kurdî û hestên xwe dike û dibêje, dema ew digire govendê haya wî ne li derdora wî û ne jî li cîhanê heye û tenê li şahiyê û govendê difikire.

Ew sergovendê Şemzînanî rexne li hin gencan dike û dibêje, hin genc bi enerjiyeke kêm digirin govendan, weke ku kal bin û daxwaz ji wan dike, ku di dema şahî û govendan de bêtir dilxweş bin. Sofî Omer dibêje, ew di vê baweriyê de ye, ku mirov her karekî ku dike, wisa bike ku dilê mirov pê xweş bibe.

Derbarê nerîna welatiyan li ser beşdariya wî di govendan de û sergovediya wî, Sofî Omer da zanîn, xelk gelek caran jê re dibêjin, ku çawan dibe Sofî bigirin govendê, lê belê divê Sofî j, hecî jî, genc jî û pîr jî beşdarî govendan bibin û tekez dike, her kes bi dilê xwe ye azad e ku bi çi awayî bijî.

Sofî Omer daxwaz ji hemû Kurdan jî dike, ku hewl bidin dilxweş bin û bi kêfxweşî bijîn.