Hejmara 4an a Kovara LEWergerê derket

03-09-2023
Besam Mistefa
Nîşan Kovara LEWerger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara çarem a kovara taybet bi wergera helbestê "LEWerger" derket pêşber xwîneran.

LEWerger ku derbasî sala xwe ya duyemîn bû, kovara wergera helbestê ya çarmehane ye.

Hejmara çarem a mehên Rezber - Kewçêr - Mijdar – Berfanbara sala 2023yan e.

Hejmara çarem a kovarê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên sereke yên cîhanê li xwe digire wekî wergerên ji zimanên Îtalî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Ermenî, Erebî, Farisî, Bulgarî û hin zimanên din.

Herwiha hevpeyvîneke kurt li gel wergêr David Colmer û Takako Lento ku ji aliyê Samî Hêzil ve ji Îngilîzî hatiye wergerandin, cihê xwe li ser rûpelên vê hejmara çarem a kovarê digire.

Kovar bi Kurmanciya jorîn û jêrîn û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine û ji aliyê wergêrên kurd ve li zimanê kurdî hatine wergerandin wekî: Rifat Arya, Tengezarê Marînî, Zozan Birko, Newzad Valêrî,  Sîrwan H. Berko, Beyan Selman, Jiyar Homer û gelek kesên din.

Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 4an de wiha got:

"Wergêr xwedî kedeke temam e; ji bo lêkirina Dîwarê Kurdî karên hêja dikin û di ber de xwêdaneke pak vedimalin.

Pêdiviya wan ne bi pesnê, lê bi pûtepêdan û şêkirîneke seraqet heye.

Ji lew û bi vê mebestê, di rûpela naverokê ya vê hejmarê de, li şûna navê helbestkaran em ê navê wergêran binivîsînin.

Lew di nezera me de, ked û kelecana wergêran a di ber berhemekê de ne kêmî ya nivîskaran e û werger hinekî jî nivîsandina ji nû ve ya tekstan, bercestekirina ji nû ve ya hestan, hêmayan û risteyan e."

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H. Edîtorên hejmara 4an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Ciwan Qado, Salih Agir Qoserî, Seyîdxan Kurij, Besam Mistefa, Ebas Mûsa û Alan Hemo.

Xwîner dikarin bi rêya Pirtûka Kurdî kovara helbestan a LEWergerê bidest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst