VIDEO - Kêfa Nusret Gokçe a bi strana Kurdî

03-07-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
 Nusret Gokçe
Nusret Gokçe
Nîşan Nusret Nusret Gökçe Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêf û fenomenê navdarê Tirkiyê ku li cîhanê jî gelek bi nav û deng e, Nusret Gokçe li ser sosyal medyayê dîmenê xwe bi muzîk û strana Kurdî belav kir.

Nusret Gokçe berî saetekê li ser hesaba xwe ya Instagramê vîdoyek xwe weşandiye, ku li ser tekneya xwe ye û muzîka Kurdî û straneke Kurdî jî li ber dîmenê vîdeoyê re tê bihîstin.

Nusret herwiha li jêr wê vîdoeyê nivîsek bi Kurdî belav kiriye û ji şopînerên xwe pirsiye: “Çawa ye?”

Strana ku Nusret Gokçe belav kiriye, bi navê "Xewna Şevê Bû" ye ku Hozan Aydin di sala 2017an de xwandiye û belav kiriye.

Vîdeoya ku Nusret belav kiriye, tenê di nava demjimêrekê de zêdetirî 1 milyon carî hatiye dîtin û gelek kesan bi Kurdî û Tirkî komênt jê re nivîsandine.

Nusret Gokçe ji gundê Bêrdikê li qezaya Ortilyanê ya ser bi parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê ye.

Di sala 2017an de peyamnêrê Rûdawê, Şewket Herkî raportek derbarê Nusret Gokçe û cihê jidayikbûna wî de amade kiribû û serdana gundê wî kiribû.

Kesûkarên Nusret Gokçe hêj jî li heman gundî dijîn û bi Kurdî diaxivin.

Nusret ku xwediyê restoraneke navdar e û li gelek bajarên mezin ên cîhanê şaxên restorana xwe vekiriye, di sala 2019an de li Festîvala Fîlman a Cannes de xelata Baştirîn Blogger wergirt.

Nusret Gokçe, Kurdê Erzeromî ku niha li cîhanê gelek bi nav û deng e, di sla 2019ê de ragihandibû, ku buhayê branda şirketa wî derdora 1.5 milyar dolarî ye.

Ji her çar aliyên cîhanê gelek kesayetên navdar, hem siyasetmedar, hem werzişkar û hem hunermend di restoranên Nusret de amade bûne û wêne pê re kişandine.

Çawa ye #saltbae #salt #saltlife

A post shared by Nusr_et#Saltbae (@nusr_et) on

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst