Hunermend û çalakvan Hasan Saltik li Dêrsîmê hat bi bîranîn

Dêrsim (Rûdaw) - Hunermend, çalakvan û xwediyê Kalan Muzîkê Hasan Saltik di yekemîn salvegera wefata xwe de li Dêrsîmê hat bi bîranîn.

Bi armanca bîranîna Hasan Saltikê bi rêya Kalan Muzîkê dewlemendiya muzîka çandên cuda bi cîhanê da nasîn û belge û wêneyên Komkujiya Dêrsîmê ya sala 1938an derxistin holê li navçeya Xozatê ya Dêrsîmê bernameyeke xwarinê hat lidarxistin.

Hunermend Erdogan Emir got “Hasan Saltık hem ji bo civaka me hem jî ji bo civakên din mirovekî girîng bû. Li kuderê xirabî û başî çêbûbe û li serê stran habin gotin, ew sopand û yên wendayî derxist holê.”

Ligel malbata wî gelek dost û heval û hunermendên Saltik beşdarî bernameya li Cemxaneya Xozatê bûn û dua jê re kirin.

Welatî İpek Karataş dibêje “Min bixwe wî pir nedît lê mirov dibêjin ew ji êşîra Sarisaltik bûye û mirovekî pir baş bûye.”

Hevalên wî ku hestên xwe anîn ziman dibêjin Saltik, ji bo civakê ronakiyek bû.

Nivîskar Cemal Taş diyar kir “Bi mirina wî hêza xwe wenda kir, me stêra xwe wenda kir, ji ber ku her tim ji mer bû rê. Wî me her tim wek siyê diparast, kî di tengasiyêdaba ji wan re dibû alîkarî. Wî her tim ji parvekirinê hez dikir, qet wernedigirt. Ji ber wê yekê bi karê ku dikir di dilê her kesî de ye û di mêjiyê wî de tiştê xwe bimîne.”

Hasan Saltikê sala 1964an li Dêrsîmê ji dayik bû 2ê Hezîrana 2021ê li bajarê Mugla yê Tirkiyê bi celteya dil canê xwe jidest da. Dê 5ê Hezîrana 2022ê jî li Stenbolê li Goristana Kuçukyaliyê serdana gora Saltik bê kirin û piştre demjimêr 1ê nîvro li Cemxaneya Kartalê bo xêra wî xwarin bê danîn.