Nûjenî û tore û nerîtên wê

Gelo ti pêşîneyeke nûjeniyê heye? Anku ti destpêk û bingehek heye ku çavkaniya xwe jê wergirtibe? Yan nûjenjî ji destpêk û xala sifrê ya afirandinekê pêk tê ku ti pêşîne û pêşxan û çavkaniyeke wê nîne?

Heke ev rast be, nexwe ew gotina felsefî rast e ku dibêje her tişt ji hîçî yan nebûnê peyda bûye. Heke ne rast be jî, nexwe ev gotina felsefî rast e ku dibêje: Ti tişt bê bingeh û sebeb çênebûye. Gelo nû veqetîna ji tore û nerîtê ye yan vekirina tore û nerîtê ye?

Ji bo ku em nekevin vê xefka felsefî ku paşê me bixe nav xeleka şeytanî ya pirsa gelo mirîşk ji hêkê bûye yan berevajî, em ê li vir rasterast herin nav raveyekî din a têgihiştina ji nû û ji tore û nerîtên wê.

Di gotara me ya borî de ku li ser sê beşan hat belavkirin bi navnîşana “Nûjenî û erkên wê”, me karî heta radeyekê dabaşa naverok û karkirinên nûjeniyê wek bûyera hilgerandina biha û nirxan bikin.

Di wê gotarê de, me ew bawerî tekez kir ku nûjenî destpêkeke nû ye. Li vir em ê hewl bidin bersiva vê pirsê bibînin: Gelo destpêk ji veqetîna ji hemû tore û nerîtên berbelav û xwe valakirina ji her mîrateke dîrokî pêk tê?

Heke nû destpêka yekem pêngavê be û heke her destpêkek ji hîçî û nebûneke mîratî û sifra zemanê hatibe, gelo ma ev nabe sedema pevketina çandî û şerê nifşan û şerê navxweyî yê civatan?

Heke mîrat û nerît li pêşber hêza destpêkên nû hîç bin, nexwe sûda wan dab û nerîtan ji bo kultûrê çi ye, di demekê de ku kultûr bi xwe ji pergaleke nerîtî pêk tê?

Heke em bi vî rengî di pirskirina derbarê têgihiştina destpêkê berdewam bin, dibe ku em dawiya dawî bibêjin wisa dixuye ta niha pirs bi xeletî ji destpêkê hatibû kirin û me kifş nekiribû ku her destpêkek ji gavûsaeteke nûgeriyê pêk tê.

A ku nûjenî ji veqetîna ji tradisyonê jî pêk tê, lê destpêk ji nûjeniyê pêk tê. Nûjenî di maneya xwe ya nirxî de ji wê bûyera ku nirxeke nû hildigire pêk tê. Kesê nûjen jî ew kes e ku wê werçerixînê hildigire. Lewra nûxwaz diçe nav biha û akaran û nerîtên bihayî werdiçerixîne, nûxwaz ew kes e ku ji wê tore û nerîta berbelav veqete û bibe serê destpêkeke din a jiyanê.

Di dîroka hemû çandên mirovatiyê de, mirov dikare nimûneyên wisa bibîne ku hem ji xala sifrê dest pê kirine û bûne nûjen û hem jî dirêjahî dane mîratên kevneşopî.

Lê destpêkek heye tevî ku wek destpêka yekemîn derdikeve jî, lê ji bo gera li pey dîtina destpêkeke pêştir ji xwe re dilgiran e.

Nietzsche ew rastî ji me re dît ku hebûn ne tenê ji tiştê ku heye pêk tê, lê bêtir ji tiştê ku wê bibe pêk tê. Hebûn wek guherîneke hertimî di nav xeleka “vegera hertimî ya heman tiştî” de misêwa vedigere.

Li vir Nietzsche têderdixe ku tiştê misêwa amade ye û misêwa vedigere nav jiyanê, ji “guherîn û hebûnê” pêk tê. Heman tişt li vir ji guherînê bi xwe pêk tê anku guherîn vegera hertimî di nav jiyanê de ye.

Li ser asta kultûrî jî, ji bo berdewamiya hêza jiyanê, bi baweriya Nietzsche çênabe em bêyî tore û nerît bikarin birêve herin. Lewma nerît bi xwe na, lê ew têgiha “nerîtîtiya nerît”ê bi kar tîne.

Çimkî pêvajoya şaristanî ji çavkaniyên dûr û dêrîn dizê, raborî misêwa dixwaze xwe li ser dema niha bisepîne. Ew çavkanî wisa dibînin ji bilî raboriyê, ji tiştê ku bûye gerdişt, tiştekî din jî hebe her divê vegere çavkaniya dêrîn.

Lewra Nietzsche hevoka xwe bo dîroka şaristaniyê dibêje û bi baweriya wî hevoka şaristaniyê ya yekemîn ne ji peyv an kirdarê pêk dihat, lê ji nerîtê pêk tê. Lewma di her barêşekê de: Hebûna nerîtê ji nebûna wê çêtir e.

Her geşbûneke çandî bi wê mekanîzmê birêve çûye ku jêderên xwe yên nerîtî biparêze û di heman demê de jî şiyana wê ya xwe nûkirinê hebe.

Sala 1945an çend efserên Kurd “Mistefa Xoşnaw, Îzet Ebdilezîz û…hwd” Komeleya Azadiyê dadmezrînin. Tevî ku ev kesayetî ser bi dezgeheke modern in ku jê re tê gotin pergala bergiriyê, lê kesayetiyeke karîzmatîk nola Mistefa Barzanî dikin serok.

Piştî çend salên din jî gava ku çend rewşenbîrên bajarê Silêmaniyê dixwazin partiyeke konevanî ya sivîl bi navê Partiya Demokrat damezrînin, ew jî hana xwe dibin bo kesayetiyeke nerîtî ya wek Mistefa Barzanî û wî dikin serokê wê partiyê.

Napoleon jî wek serkirdeyekî sekuler û cîhana nû û şênberkerê “ruhê serdemê” bi gotina Hegel, kesê yekemîn bû xwe kir qeyserê Fransayê, lê bo seremonî û merasîma tac li ser kirina xwe nameya ricayê bo Papa Piusê Heftem şand ku zehmetiyê bikişîne û qedaseta wan beşdarî seremoniya tacandina yekemîn qeyserê Fransayê bikin. Gava ku Papa ji Romayê tê û beşdar dibe, Napoleon gustîlka destê Papa maç dike.

Ev nihêniya hertimî navbera tradisyon û nûgeriyê ji zexta hêza ku her tevgereke jiyanî û çandî dilivîne pêk tê.

Sloterdijk wisa dibîne, tevî ku Napoleon destpêka şêwirmendan e û yekemîn qeyser e û berî wî qeyserên din nebûn, lê dîsa dixwaze xwe bi kesekî din ê dêrîntir ve girê bide.

Heman ravekirin bo nimûneya Kurdî jî dest dide. Tevî ku hêzên nûxwaz dixwazin bibin destpêka nû, lê meraqa vegera li kesekî karîzmatêk ê nerîtî veneşartine.

Ev heman nerîn Celal Talebanî jî li xwe digire gava ku şoreşa nû ragihand, lê ti carî jêdera xwe înkar nekir, înkara PDK û Barzanî nedikir, ev ji bilî ku wek kesekî sekuler xewna çûna hecê jî bi cih anî.

Çimkî van kesan fêm kiribûn ku tore û nerît ew e ku tenê kevn rewatiyê dide nû.

Whitehead jî dibêje: Destpêka hîkmetê wê çaxê bû ku hate zanîn nerît û rotîn binemaya jiyana civakî ne.

Ev heza xwegirêdana bi mîratên berbelav, ji wê cebra exlaqî pêk tê ku ji te daxwaz dike ku tu bi rêya şeriyet û rewatiyê xwe bisepînî û bêyî rewatiyeke ku çavkaniya wê mîrateke çandî be, çi ol û çi tîtal û nerît, ne mumkin e destpêkên te bên naskirin û mikurî li wan bê kirin.

Nerît çawa dibin bila bibin lê jiyan bêyî ti nerîtekê nabe, bi ser de jî jiyana mirovî bi xwe di her civateke çandî de ji afirandina nerîtan û pergala nirxan pêk tê. Nûjenî ji serdema dubare berhemanîna nirxan bi nasname û naverokek tam cuda pêk tê.

Bi vî rengî hem di serdema tradisyonê de û hem jî di serdema nûjeniyê de, nerîtkirina biha û pîvanan diqewime. Ya ku Nietzsche jê re dibêje “nerîtiya nerîtê – Sittlichkeit der Sitte” jî, tenê ji “vegera hertimî” ya nerîtekê bo guherînê pêk tê.

Rewşenbîrê îro yê Kurd misêwa gazinan ji çanda Kurdî dike ku çandeke kevneşopî ye û ti nûjeniyek nekiriye. Bi nerîna min, ev dîtin pir kurtbîn e û neşarezatiya hilgirên wê di warên kultûrzanî û mirovzanî de nîşan dide.

Eşkere ye ku çanda mîratî ya Kurdan kêm e. Di arşîva dokumentarî de pir hejar e, ji bilî stran û metelok û folklorê tiştekî zêde giring jê re nameye, tenê wergirtiye..

Pirraniya beşa ruhî ya Kurdî tişt wergirtine anku tiştên nû û destpêkên nû ne bo vî warî, yanî çanda Kurdî ji nerîta nûjeniyê ne vala ye. Li vê gorê her nivîsîneke klasîk a Kurdî nivîsîneke nûxwaz e, çimkî di gavûsaeta xwe de destpêkeke tam nû bûn bi realîteya xwe re.

Ji Baba Tahirê Hemedanî bigire bi buhurîna bi Melayê Cizîrî û Xanî û Koyî û Nalî û Salim û Mehwî û Pîremêrd û Goran û Şêrko Bêkes ta digihe vê demê ku Bextiyar Elî ye, divê berhemên wan ên nivîsandî wek dokumentên nûjen herin nav arşîva bîrewerî û kitêbxaneya edebiyata Kurdî.

Nerîna wan çawa dibe bila bibe, zimanê wan bi çi şêwazekê dibe bila bibe, lê dawiya dawî ji nerîtekê bo nûjeniyê pêk tên. Çimkî ew hemû kar îş bo geşbûna jiyana kultûrî û ruhî ya wî warî dikin. Nabe kultûrnas û mirovnas xwe ji kartêkirina kerta manewî ku ew war di realîteya serdemekê de çêdikin bide alî.

Wek nimûne di aliyê çandî de em nikarin wê serdemê fêm bikin ku Xanî tê de jiyaye heke em Xanî nas nekin, bêyî Koyî û Nalî û Pîremêrd em nikarin ruhê serdemê di wan serdeman de nas bikin. Ew tekane keresteyên kultûrî di arşîva me de ne.

Êdî tu di vir de çavê xwe bigire ku wana çi gotiye û ne bi dilê te ye. Ew zimanhalê serdema xwe bûn. Wek çawa îro romanên Bextiyar Elî alavên gihandina ruhê serdemê ne.

Îcar çêdibe ku di gavûsaeteke dîrokî de û di eynî kêliyê de çend mediyum û zimanhalên ruhê serdemê hebin. Wek nimûne di sedsala 19an de Nalî û Mehwî wî ruhî şênber dikin. Di sedsala bîstan de Goran û Şêrko Bêkes.

Sîsika çanda Kurdî, wek her çandeke din, hilgira wê nerîta nûxwaz e, ev jî naverokeke ku Nietzsche jê re dibêje “nerîtîtiya nerîtê” û divê her kultûrzanek bêalî û serbixwe wê li ber çav bigire.

Wek çawa nûjenî despêkeke din a akar û bûyereke bihayî ye, wisa jî divê bibe nerît û gerdişa hertimî ya her warekî çandî û misêwa vegere nav wê.

Li vê gorê nûjenî dergeheke bi du aliyan de vedibe. Bo hundir vedibe û bihayên kevn ên zindî yên hertimî yên jiyanê bi xwe re hildigire û gava ji bo derve jî vedibe amade ye pêşwaziya dinyayên nû û hecer û nenas bike.

Êdî nûjenî li ku bibe destpêka nirx û bihayên nû, li wir gerdişa rexnekirina wê destpêkê ji dayik dibe, jixwe ev paşmodernîzm bi xwe ye.

Bekir Elî