Amed (Rûdaw) - Mihemed Seîd Mûrad di de destpêka şerê Rojavayê Kurdistanê de, neçar ma ji Qamişloyê koçber bibe û bi 3 zarokên xwe re derbasî Başûr û piştre jî derbasî Bakur bibe. Ew barê giran a hesreta perçeyekî dilê xwe ango welatê xwe bi nivîsandina helbestan sivik dike.
Mihemed Seîd ku niha li bajarê Amedê rûdinê, yekemîn dîwana xwe ya helbestan "Xemgîniyên Dil" bi tîpên aramanî û latînî çap kir. Helbestên wî jî piranî kul û keder, derd û kulên xerîbiyê ne.
Helbestvan Mihemed Seîd dibêje “Bêhtir helbesta xerîbiyê bi min re giha piştî ku ez ji binxetê hatim serxetê. Melûm e li wê derê binemala me hemû di nava hev de bûn. Piştî ku tu ji wan dûr dikevî, ev hest ji nû ve bi mirovan re diteqe. Ji nû ve derdikeve.”
Mihemed Seîd debara xwe bi mamostetiya erebî, werger û mûderisiya medreseyan dike. Demên xwe yên vala bi lêkolînan gelek caran jî bi nivîsandina helbestan derbas dike. Di nava vê jiyana nûjen de, bi şêwaza helbesta klasîk derdikeve pêş.
Helbestvan Mihemed Seîd got jî “Kesên ku olî dixwînin bêhtir ew menzûme dinivisînin. Çimkî tevî ilmê wan bi menzûme gihiştiye wan. Wisa cih girtiye. Lê belê eger tu li Ehmedê Xanî vegerî, li Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî vegerî tu dibînî ku wan jî li gorî behrê şehrê nivîsandine.”
Hevalên wî jî şêwaza helbestên dişibînin helbestvanê klasîk Tîrêj. Lê di ya Mihemed Seîd de xerîbî, koçberî, hesret û daxwaza vegera cih û warê xwe yê zarokatiyê ango vegera Rojava xwe dide der.
Abdurrahman Acar hevalê Mihemed Seîd diyar kir “Bêhtir helbestên Seydayê Tîrêj diecibîne. Tesîra wî li ser gelek heye. Em hêvîdar in ku gelek pirtûkên din binivisîne. Li ser meseleyên civakî, li ser meseleya welat binivisîne.”
Mihemed Seîd her çiqas nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye û mafê welatîbûnê bi dest xistiye jî çavê wî her li vegera Rojavayê Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse