Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrok derket

03-04-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdeçîrok Kurd Kurdistan Kafka Hamingway
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrok derket ku çîrokên gelek nivîskarên Kurd ên navdar tê de hene.

Kovara Kurdeçîrok dê sê mehan carekê bi awayekî çapbûyî derkeve û ji 124 rûpelan pêk tê.

Di hejmara yekem a Kurdeçîrokê de çîrokên gelek nivîskarên Kurd ên navdar û yên nivîskarên ciwan hene.

Wergerên çîrokên nivîskarên wek E. Hamingway, F. Kafka, K. Mansfield, Çexov û nivîsên li ser teoriya çîrokê jî cihê xwe di vê hejmara Kurdeçîrokê de digirin.

Kovara Kurdeçîrokê dê li Bakurê Kurdistanê û li bajarên mezin ên Tirkiyê bê belavkirin.

Herwiha Kurdeçîrok dê ji bo Başûrê Kurdistanê jî çap bibe û bê belavkirin û ji ber vê yekê jî Kurdeçîrok dê bibe yekem kovara ku hem li Bakur hem jî li Başûrê Kurdistanê bê çapkirin û belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst