Ganî Mîrzo li Barcelonayê xelateke cîhanî wergirt

02-12-2019
RÛDAW
Belgefîlma“Harmoniya Piştî Şer” a Ganî Mîrzo xelata li Barcelonayên xelata Baştirîn Belgefîlmê wergirt
Belgefîlma“Harmoniya Piştî Şer” a Ganî Mîrzo xelata li Barcelonayên xelata Baştirîn Belgefîlmê wergirt
Nîşan Ganî Mîrzo Harmoniya Piştî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û muzîkjenê navedar ê Rjavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo li bajarê Barcelona yê Spanyayê xelata cîhanî ya “Festîvala Fîlmên Xwedî Pêwistiyên Taybet” wergirt.

Hunermendê Kurd Ganî Mîrzo li Barcelonayê bi belgefîlma“Harmoniya Piştî Şer” di nav bi sedan fîlman de xelata Baştirîn Belgefîlmê wergirt.

Derbarê xelatê de Ganî Mîrzo ji Rûdawê re got: “Ligel vê ev çaremîn xelat e ku Harmoniya Piştî Şer werdigre. Di festîvalê de 600 fîlm li ser asta cîhanî beşdar bibûn, lê belgefîlma Harmoniya Piştî Şer a Kurdî, weke baştirîn hat hilbijartin.”

Ganî Mîrzo di wê belgefîlma xwe ya bi navê “Harmoniya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, yek ji wan jî Kobanî ye.

Mîrzo dibêje wan di belgefîlma xwe de xwestine ku bi muzik û hunerê rûyê kirêt ê şer bidin xuyandin.

Çîroka film behsa wê yekê dike ku di dema şer de, kesek heye amêrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û pêşkêşî wan kesan dike ku ji muzîkê hez dikin û pêre mijûl dibin.

Fîlm bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê hate berhemanîn û derhêneriya wê du derhênerên Arjantînî dike û fîlm di heyama salekê de hat temamkirin.

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe dabû Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst