Hewlêr (Rûdaw) - Seydayê Tîrêj ku sala 1923an hate dinyayê, di warê helbesta kurdî de li Rojavayê Kurdistanê çiyayekî bilind û berçav bû. Wî mîna bilbilekî dengxweş her li sera av, çem, çiya, xweza û axa Kurdistanê dixwend.
Helbestên Tîrêj hezkirin û girêdana bi axa welat, canfidayî û mêraniyê fêrî mirovê kurd dikin. Zimanê wî jî hêsan, şîrîn û di heman demê de kûr û têrwate ye.
Tîrêj ku sala 2002an de koça xwe ya dawî kir, di sê dîwanên qeşeng de bi navên Xelat, Zozan û Cûdî de, herwiha di berhemên xwe yên din de, mîna kesekî xwedî dilekî herî nazik, tijî evîn û hezkirin tê ber çav.
Seydayê Tîrêj di hemû helbestên xwe de nirxê evînê bilind digire. Dilê wî bi eşqa yarê û ya welat lê dide. Hergav li ba wî welat û yar pêkhateyên heman dîmenê ne. Ew bi dilê xwe yê nazik û tenik û mişt pakî û evîn dizane ku eşq û evîn nexweşiyeke xweş, lê bê derman e.
Lewma Tîrêj li ser raza evîn û evîndariyê şaş û metel dimîne û dikeve pirs û gera li bersivan.
Tîrêj di helbesta xwe ya "Digeriyam ez li dermana" wiha behsa sosreta eşq û evîna bêdawî dike û dibêje:
Mi çar goşê dinê tev da
Giham ber perê ezmana
Ji bo eşq û evîna dil
Digeriyam ez li dermana
Dipirsî min ji şalûran
Ji baz û bilbil û çûkan
Ji dehl û çîmen û deviyan
Ji bax û mêrg û bistana
Dipirsî min ji beybûnan
Ji tuxmê çîçek û sorgul
Ji xunça nêrgiz û lalan
Ji sosin û ji reyhanan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse