Konserên Aynur Dogan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan hejmareke zincîr konser xwe yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paş xistin.

Aynur Dogan piştî ku albuma xwe ya bi navê “Hedûr - Solace of Time” li ser hemû platformên dijîtal belav kir, biryar bû li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konseran saz bikin.

Li ser hesabê xwe yê twitterê Aynur Dogan diyar kir ku tevahiya konserên wê yên di meha Adarê de hatine paşxistin.

Konsera Rihayê bo 5ê Nîsanê, ya Edaneyê bo 6ê Nîsanê, ya Mêrdînê bo 8 Nîsanê, ya Amedê bo 9 Nîsanê û ya Enqerê jî bo 18ê Nîsanê hatine paşxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bilêtên berê hatine kirîn dîsa jî derbas dibe, lê kesên ku bixwazin dikarin bilêda xwe vegerînin û pereyê werbigrin.

Derbarê sedema paşxistina konserandan ti zanyarî nehate dayîn.

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975 li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1992 diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekê akademîk dixwîne, herwiha di sala 2002an de yekemîn albuma xwe ya bi navê Seyir belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin. Wê hunermendê, albuma Keça Kurdan di sala 2004an de belav kir û di sala 2005an de jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav kir.

Hunermend Aynur, di sala 2010 de albuma Rewend û sala 2013 jî albuma Hevra, ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kir.