Hunermend qurbaniyên erdheja Xarpêtê bi klamekê bibîr tînin

02-02-2020
RÛDAW
Abdulselam Akincî gotinên stran nivîsandiye û dengbêj Servet Dilgeş jî bilêv kiriye
Abdulselam Akincî gotinên stran nivîsandiye û dengbêj Servet Dilgeş jî bilêv kiriye
Nîşan Erdheja Xarpêtê Abdulselam Akincî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîner û rojnamevanê Kurd Abdulselam Akincî û çend kesên din, ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja 24ê Çileya 2020ê ya Xarpêtê, niha mijûlê amadekirîna straneke bi şêwaya dengbêjî dibin.

Lêkolîner Abdulselam Akincî û çend hevalên xwe hewl didin qurbaniyên erdheja Xartpêta Bakurê Kurdistanê bi rêya klamekê bibîr bînin. Goitnên klamê ji aliyê Akincî ve hatiye nivîsandin û dengbêj Servet Dilgeş jî ew klam bilêv kiriye.

Derbarê çîroka stranê de Abdulselam Akincî ji Rûdawê re got: “Bûyerên mezin ên bandorekê li ser civakê çêdikin, her dem ji dengbêjan re jî bûye mijar. Berî çend rojan li Xartpêtê û derdora wê erdhejeke mezin çêbû û mixabin 41 kesan canê xwe ji dest da. Li gundê Gezneyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û di bin wê avahiyê de keseke bi navê Pinar a ducanî hebû. Pinar xanim tevî zaroka xwe ya 6 mehî di zikê wê de û keça xwe ya 12 salî canê xwe ji dest dan. Vê yekê bandoreke mezin li ser min çêkir. Min jî ji bo ew roja reş di bîra civakê de mayîn de bimîne biryar da stranekê amade bikim.”

Akincî diyar kir ku xebatên wan li ser stranê berdewam e, û hêvî dikin ku di demekê nêzîk de temam bikin.

Dengbêj Servet Dilgeş diyar kir ku ew li ser pêşniyara Akincî tevlî wê xebatê bûye û got: “Diyar e dilê wî gelek pê êşa ye, ku xwestiye bûyerê bi stranekê bibîr bîne. Ez vê yekê weke kareke netewî dibînin, jixwe Pinar xanim jî Kurd bû.  Kengê xebat ji bo xizmeta gel be, ez amade me bibin hevkarê wê xebatê.”

Roja 24ê Çile li demjimêr 20:55ê şevê erdhejeke bi tundiya 6,8 li Sivrîceya Xarpêtê rû dabû û ziyana herî zêde li hin navçeyên Xarpêtê û Meletiyê çêbûbû ku bandora wê erdhejê li temamê bakurê Kurdistanê hatibû hîskirin. Di enacma erdhejê de 41 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyî hezar û 600 kesan jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst