Hejmara 5an a Kovara LEWergerê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara pêncem a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger" derket pêşber xwîneran.

LEWerger kovareke taybetmend e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe, her çar mehan carekê derdikeve.

Hejmara pêncem a mehên Kanûna Paşîn - Sibat - Adar û Nîsana sala 2024an e.

Hejmara pêncem a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire wekî wergerên ji zimanên Îspanolî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Ermenî, Erebî, Portekîzî, Bulgarî, Norwecî, Swêdî û hin zimanên din.

Herwiha nivîsa bi navê Serpêhatiya Helbestkarekî di vê hejmarê de cih digire.

Ev nivîs ji hêla helbestvanê Îraqî Haşim Şefîq ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û dabaşa serpêhatiya jiyan û helbestvaniya hozanvanê Sûrî Riyad Salih Hisên dike û bi vî rengî jî ronahiyê dide ser jan û xewnên piraniya helbestvanên navçeyê.

Ev nivîs ji aliyê amadekarê vê nûçeyê Besam Mistefa ve hatiye wergerandin.

Kovar bi Kurmanciya jorîn û jêrîn û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine û ji aliyê wergêrên Kurd ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin wekî: Xurşîd Îlêwî, Alan Hemo, Seyrana Celad, Nûwar, Samî Hêzil, Vrezh Kosayan, Rizoyê Xerzî, Hakîm Batî, Yeqîn h û gelek kesên din.

Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 5an de daxwazekê ji xwînerên xwe dike û wiha dibêje: "Xwendevanê/a hêja, bes daxwazeke me ji te heye ku tu li vî zimanî, li vê kovarê, li vê kedê bêtir xwedî derkevî, vê kovarê bixwînî û bidî xwendin."

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H. Edîtorên hejmara 5an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Ciwan Qado, Azad Rêbwar, Seyîdxan Kurij, Abdurahman Çelik û Besam Mistefa.

Helbsethez dikarin vê kovara helbestan a têr û tije bi rêya PirtûkaKurdî bi dest bixin.