Aheng û disîplîna reqsê: Anadolu Ateşî
Stenbol (Rûdaw) - Disîplêneke bêyî dudilî, aheng û entegrebûneke birêkûpêk ya di navbera hunermendan de, ked û bawerkirina teqez ya serkeftinê. Eger ew xal bibin motoya destpêkirinekê bêguman dê encam jî bibe serfiraziyeke bêhempa. Va ye piştrastî û îspata vê yekê jî Anadolû Ateşî ye.
Anadolû Ateşî ango Agirê Anadolê. Dema ew nav ket rojeva medya û xelkê kesî nedizanî dê pêteke çawa jê derbikeve û alavên wê dê bigihîjîn heta kêdera cîhanê. Lê pê re pê re ew pêt gihîştin perav û deşt û çiyayên temamê cîhanê. Anadolû Ateşî bû merqeyeke cîhanî, yek ji mezintirîn komên reqsê li cîhanê û ew nav êdî xevn û xeyalên bi hezaran zarok û ciwanan jî dixemilînin da di nav de cîh bigirin.
Ew serkeftina ku bi hemahengî û armoniya sedan kesî di yek hewanê de li hev hatiye helandin ji destê Kurdekî ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê derdikeve. Ewê ku salên dirêj hevpîşeyê me û rojnamevanbû.
Gerînendeyê Anadolû Ateşî Mûstafa Erdogan dibêje “Dema ku min rojnamevanî dikir jî me ev kar dikir û komên me yên reqsê hebûn. Li Enqere, li bajarên din me dilîst. Wexta ku min li zanîngehê felsefe dixwand me komek avakiribû. Hîngê me destpê kir. Pişt re li gelek cihan û min rojnamevantî jî berdewam dikir. Belê qet rojnamevanî nayê bîra min.”
Grûba Anadolû Ateşî cara ewil di sala 1999an de bi navê Sûltan Of The Dans dest bi karê xwe kir. Mistefa Erdogan dixwaze, çand, mîtolojî, dîrok û ew mozaîka hezaran salan ya Mezopotamya û Anadolê bi agirê reqs û estetîka wê bi hev de bikelîne û pêşkêşî cîhanê bike. Xeyala ku ewilîn bi vî awayî ji qalikê xwe derdikeve heta niha alavên xwe li 105 elatan bi zêdetirî 55 hezar nimayîşan gihîştiye dora 100 milyon kesî. Başe lê ji bo vê hez û kedeke çawa divê gelo?
Reqsvan Fatma Gok diyar kir “Ez bixwe nêzikî 19 salan e ku di nava `Anadolû Ateşî` de me. Min ewilî li nimayîşeke wan temaşe kiribû û gelekî min ecibandibû. Wê demê min xwest di nava vê komê de cîh bigirim. Hemû perwerdeya xwe ya reqsê min li vir wergirt. Sûdeke gelekî mezin ya Anadolû Ateşî li jiyana min bû. Beşeke mezin ya jiyana me ya rojane Anadolû Ateşî dadigire. Em rojane nêzikî 12 seaten dixebitin. Bi taybetî provayên me bi kedeke mezin derbas dibin. Ya rast ew ne kar lê jiyana me ya. Helbet zehmetiyên wê hene lê gelekî bi kêf e.”
Di serê pêşî de îlanek bo rojnameyan tê dan ku ji bo projeyekê reqsvan pêwîst in. 750 kes serî lê dide û 90 ciwan jê têne hilbijartin. Kar ji bo projeyeke taybet tê kirin û armanc 3-4 nimayîş in. Lê tîket beriya nimayîşê bi mehan diqetin.
Dema ku eleqeya gelekî zêde eşkere dibe, biryar tê dan ku ew kar berdewam bike. Beşa nimayîşê ya lîstikên Behra Reş weke ‘Lîstika Herî Bi Lez’ di Kitêba Rekoran ya Gînesê de cîh digire. Pê re jî serkeftin li ser serkeftinan têne tomarkirin û li gor hin rexnegiran ew kom dibe sereketirîn û baştirîn koma reqsê ya cîhanê. Niha bi hezaran kes di bin bana vê komê de bo gurkirina agirê vê erdnîgariyê destê hev digirin. Gelo çibe tişta pêwîst a ewil bo vê nuwazebûnê...
Musatfa Erdogan got jî “Divê di dilê wan de huner hebe û hez ji hunermendiyê bike. Ehlaqê Anadolê, folklor û Mezopotamyayê pê re hebe. Pişt re huner tê. Em komeke mezin in. Du hezar xwendewanên me hene. Me 12 dibistan vekirine. 2 hezar mindal 120 mezin û 100 jî lîstikvanên amator hene. Em di rojekê de dikarin 4 nimayîşan bikin. Beriya 5 salan komeke me çû Parîs, yek çû Behra Karayîp, komek çû Filistîn û yek jî li Antalya bû. Me di rojekê de 4 nimayîş di heman demê de kirin. Jî New Zelandê bigire heta Maksîka, Sibirya û Bahreynê. Me sê çar caran hemû aliyê dinyayê geşt kirine. 105 welat, nêzikî 55 hezar nimayîş û îca tenê em neçûne Hewlêrê. Xewneke min heye û dixwazim rojekê em biçin Hewlêrê. İnşala di Newrozê de emê biçin Hewlêrê li wir bilîzin. Xwepêşandaneke taybet bo wê derê çêkin. Çand û dîroka Hewlerê ya Rojhilata Navîn. Înşala rojekê emê li ber keleha Hewlêrê bilîzin.”
Hemû xebata vê koma dêwendam li gor senaryoyekê dimeşe. Lîstik û motîfên folklor û dîroka Mezopotamya, Anadol, Ege, Yevnana Antîk û erdnîgariyeke berfirehtirîn, yeko yeko bi liv û tevgerên reqsê hatine mehrkirin. Dîroka vê terîtoryayê di heman demê de dibe rêziknameya nimayîşê jî. Agirê ku Prometheûs ji çiyayê Olîmpos dizî ye û radestî mirovahiyê kiriye dibe destpêka nimayîşê. Çîroka Gilgamêş, serboriya Pêxember Nûh, mîtolojiya hevbar ya hemû van erdnîgariyan wê xezîneya xwe li ser dik a vê grûbê bixçeya xwe radixe û qîmeta çandên cûda, biratî û aştiyê careke din rakişkişî çavên vekirî dike.
Reqsvan Yûsûf Bozkûrt ragihand “Ez deh sal berê ketim nava grûba Agirê Anadolê. Disîplîneke zêde zêde ya koma me heye. Gelekî zehmet e lê disîplîneke baş e. Rojane 10-12 seatan divê em bixebitin. Ez bixwe 10 salan berê ji Semsûrê hatim. Ji Kolika Semsûrê me. Hun jî dibînin karê me ew e û gelekî baş e. Kesê ku vî karî bike divê her tim hay ji xwarin, vexwerin û temamê jiyana xwe hebe. Ez bi komê re çûm 24 welatan û gelek bajaran. Me li temamê bajarên Tirkiye jî kar kir. Felsefeya xwe ji mîtolojiya Anadolê ji ya kurmancan ji hemû mîtên me digire.”
Anadolû Ateşî heta niha bi serkeftinên xwe ji çar aliyê cîhanê hatiye xelatkirin û zêdetir ji 100 xelatî wergirtine. Kesên ku beşdar dibin ji serî de têne perwerdekirin komeke mamosteyan ya ku ji 7 kesan pêk tê li ser senaryoyo û motîf û liv û tevgera li ser sehneyê dixebitin û biryara dawîn didin. Weke çerxên fabrîqeyeke mezin bizivirin, berhem jê diherike xelk bi heyîrî li ber dimelise.
Temaşevan Aygun Îlkaygun “Eger hun bi baldarî temaşebikin hunê çîroka di nava nimayîşê de bibînin. Divê hun bi baldarî temaşe bikin. Bi taybetî performansa kesên danis dikirin bê mînak bû”
Grûba ku ji bo nimayîşeke taybet ketiye rê niha êdî weke akademiyeke mezin û li gelek bajaran zarok û ciwanan berv bi xwe ve dikêşe. Ew rêçika ku ji mît û motîfên dîroka rizyayî destpê kiriye niha êdî xwe li gor serdema nifşên Z jî vediguhêze û pêşbîniyên dahatuya vê serdemê jî li xwe digoncivîne. Dîrok û pêşeroj di aşê hunerê de têkelî hev dibin û agirê Prometheûs wê weke naneka ku her cor çêjan li xwe digire dipijîne datîne ser sifreya hunerhezan..