Konsêrta ji Silêmanî bo Sevilleya Spanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji Silêmaniyê bo Sevilleya Spanyayê konsêrta komeke hunermendên Kurd e li gel hunermendên Spanî ku li bajarê Silêmaniyê hat encamdan.

Bi rêya vê konsêrtê, bo yekem car diyalogeke muzîkî di navbera muzîka Kurdî û Flamîngoya Spanî de çê bû. Ev herdu corên muzîkê ji gelek aliyan ve nêzikî hev in.

Ev konsêrt ku ji aliyê hunermend Hejar Zehawî ve hatiye sazkirin, ji bo pêkanîna pirekê di navbera muzîka Kurdî û muzîkên din ên cîhanê de, dikare bibe nimûneyek bo varyantên din ên muzîka Kurdî.

Konsêrt bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêve çû û dengbêjê grûpa Kurdistanê Bêjen Ceza û dengbêjê grûpa Spanî Emma La Carboneria ye.