Li Wanê ‘Şevbuhêrka Arjen Arî’ tê sazkirin

01-12-2019
Nîşan Arjen Arî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Sor û kovara Dilopê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî şevbuherkek saz dike.

Li bajarê Wanê  panela “Helbestên Arjen Arî” tê sazkirin û di panelê de biryar e li ser helbesta Arjen Ariyî, girîngiya wî ya ji bo edebiyata kurdî û sekna wî ya rewşenbîrî were nîqaşkirin.

Li gor daxuyaniya amadekaran ku Kovara Dilopê û Weşanên Sor bername amade kirine, di destpêka bernameyê de Bêkes Nûrî Abdal dê muzîka xwe pêşkêş bike û dû ve  dê panelek li dar bikeve.

Di panelê de Mihemed Ronahî, Omer Dilsoz û Reşo Ronahî dê li ser helbesta Arjen Arî biaxivin û biryar e piştî  panelê jî dê helbestên Arjen Arî bêne xwendin.

Hemû helbestên Arjan Arî yekem car îsal ji aliyê Weşanên Sor ve wekî set hatin çapikirin. Arjen Arî weke yek ji girîngtirîn helbestvanê edebiyata nûjan a kurdî tê dîtin.

Helbestvanê Kurd Arjen Arî di sala 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst