Stranbêj Gonul Dîlan berhemeke nû belav kir

01-07-2020
RÛDAW
Gonul Dîlan bi mûzîkeke nû ev berhem tomar kiriye
Gonul Dîlan bi mûzîkeke nû ev berhem tomar kiriye
Nîşan Gonul Dîlan Îşev Şevka Baranê Seîd Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja Bakurê Kurdistanê Gonul Dîlan berhemkê nû bi navê ‘Îşev Şevka Baranê’ belav kir.

Berhema ‘Îşev Şevka Baranê’ ya Gonul Dîlan ji gotin û awazên hunermendê Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif pêk tê û berê bi dengê wî hatiye belavkirin.

Gonul Dîlan bi mûzîkeke nû ev berhem tomar kiriye ku ji aliyê Sînan Buzoba karê mûzîka wê hatiye kirin, weke vîdoklîp jî Caner Demirogul karê derhînanê jê re kiriye.

Gonul Dîlan di sala 1991an li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û li Stenbolê dijî û xwedî hejmarek stran û vîdoekîlpan e bi zimanê Kurdî û Tirkî ye weke stranên, ‘Gerdenzer, Dildaro, Derê Malê û Diyarbekrim".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst