Helbestvan û nivîskarê Kurd Reşîd Yûsifî bi koronayê wefat kir

01-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Reşîd Yûsifî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Reşîd Yûsifî ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê li bajarê Sineyê koça dawî kir.

Li gor zanyriyan, nivîskar û helbestvanê Kurd Reşîd Yûsifî beriya çend rojan bi nexweşiya koronayê ketibû û li Nexweşxaneya Tewhîd a bajarê Sineyê hatibû razandin û çareserî werdigir.

Lê belê ji ber xirabûna rewşa wî ya tendirustî, Yûsifî roja Şemiyê 30ê Gulana 2020an di temenê 48 saliyê de li heman nexweşxaneyê bi sedema koronayê canê xwe ji dest da.

Reşîd Yûsifî di sala 1972an de ji dayik bûbû û ji salên 1990î ve heta sala 2000 li Encûmena Ferhengî Edebî û Hunerî ya Mewlewî yê Kurdî weke helbestvanekî ciwan roleke wî ya berbiçav hebû.

Heta niha dîwaneke helbestvan Reşîd Yûsifî çap bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst