Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi mijara koronayê derket

01-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kovara Derûnnasiyê Psychology Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ku her çar mehan carekê derdikeve vê carê balê dikişîne li ser mijara vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19).

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî li ser vîrûsa koronayê hejmareke taybet amade kiriye û ev hejmar li ser medya civakî belav kiriye.

Edîtorên kovarê hejmara ku amade kirine li ser hesabên xwe yên medyacivakî belav kirine daku gelek kes jê sûdê werbigirin.

Weke ku tê zanîn ev kovar ji 4 mehan carekê derdikeve û her hejmar berê xwe dide mijarekê. Di vê hejmara taybet de jî gelek nivîs li ser vîrusa koronayê hatine weşandin. Ji bilî nivîsên li ser koronayê di kovarê de wergera pirtûkekê jî heye.

Ev pirtûka bi navê “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê” ye (Coronavirus Anxiety Workbook) ji bo tendirustiya derûnî weke rêberekê ye. “Komeleya Tendirustiyê” (The Wellness Society) pirtûk amade kiriye.

Di vê hejmara taybet bi koronayê de; Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî û Pandemiya Covid-19ê” derbarê şewbê xwendekar agahdar kirine û tendirustiya derûnî vekolaye.

Dr. Necat Keskîn bi nivîsa xwe ya “Muzîk û Korona an jî di Rojên Koronayê de Muzîk” behsa reng û dengê muzîkê kiriye.

Bi nivîsên xwe; Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûniya Mirov”, Derûnnas Siyabend Aslan “Vîrusa Koronayê û Derûniya Mirovan” û Derûnnas Leyla Nisêbînî “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” li ser bêpergaliyên derûnî û rewşa mirovan zanyarî dane.

Derûnnas Yusuf Siyahtaş bi nivîsa xwe ya bi navê “Di Çarçoveya Derûnnasiya Peresanî de Nirxandina Covid-19ê” bi nêrîneke peresanî Covid- 19ê nirxandiye.

Şêwirmendê Derûnî Erdal Gul bi nivîsa xwe ya kirmanckî “Covîd-19e û Hîs Dayena ma” bandora Covîd- 19ê li ser mirovan berçav kiriye.

Derûnnasê Klînîkî Newroz Xebat Yildirim bi nivîsa xwe ya “Covid-19 û Sendroma Piştî Dermankirina Giran; SPDG” bal kişandiye ser sendroma piştî dermankirina giran.

Nivîseke din ku li bandora koronayê ya li ser zarokan bikole “Parastina Zarokan Ji Vîrusa Koronayê” ye. M.Salih Bedirxan ev nivîs latînîze kiriye.

Nivîsa “Di Rojên Koronayê de Jûra Wêjekaran”, weke lêpirsînekê ye ku Kenan Ormek tevgera wêjekaran bi çend pirsan nîşan daye.

Hûn dikarın hejmara taybet ya Psychology Kurdî ji vê lînkê bixwînîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst