Vîdyoyeke nû ya Apê Mûsa belav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên Apê Mûsa yên di şeva bîranîna nivîskarê Kurd Mehmed Uzun de, bo cara yekem hatin belavkirin û rastî eleqeyeke mezin hatin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew merasîma bo bîranîna nivîskar Mehmed Uzun, roja 7ê Adara 1992an hatiye sazkirin ku zanayê Kurd Mûsa Anter, parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar, siyasetmedarê Kurd Serhat Bucak, Dengbêj Kazo, Ganî Nar, Îbrahîm Yucel, Hasan Huseyîn Demîrel û gelek kesayetên navdar yên Kurd beşdar bûne.

Di wê vîdyoya 1 demjimîrî de ku li ser Youtubê hatiye belavkirin, tê dîtin li gel beşdarên din ên merasîmê, Apê Mûsa li gel Dengbêj Kazo govendê digire û bi vî awayî dîmenên balkêş û xweş derketine holê.

Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin, roja 20ê Îlona 1992an de li taxa Seyrantepe ya Amedê rastî êrişeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Ew dîmenên ku 6 meh berî qetilkirina Apê Mûsa hatine tomarkirin, li torên civakî rastî eleqeyeke mezin hatin.

Herwiha Parlamenterê DEPê Mehmet Sîncar jî ku di dîmenan de tê dîtin, 4ê Îlona 1992an di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.