Hunermendê Dêrsimî Alî Înanir yekemîn vîdeoklîpa xwe belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku wek Elî Dêrsimî jî tê naskirin, yekemîn vîdeoklîpa xwe ya bi navê “Gula Zer” bi rêya Rûdawê belav kir.

Alî Înanir ji Rûdawê re ragihand, vîdeoklîpa “Gula Zer” yek ji trakên albuma wî ya bi navê “Zerrî Dej” e ku di mehan Îlona sala 2019 de li Başûrê Kurdistanê belav kiribû.

Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ku ew çendîn sal e li Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê dijî, herwiha diyar kir, ku awaz û muzîka stranê wî bi xwe amade kiriye û Înan Tat ji Bakurê Kurdistanê jî aranjerî jê re kiriye.

Alî Înanir da zanîn, ku vîdeoklîp bi awayekê gelek sade û li Hewlêrê hatiye amadekirin û Makuwan Kakzad ji Başûrê Kurdistanê derhêneriya wê kiriye.

Hunermend Inanir yekemîn hunermendê Kurd e ku li Başûrê Kurdistanê albumeke stranên bi zaraveya Kurdiya Zazakî amade kiriye.

Albuma ‘Zerrî Dej’ a Alî Înanir, ji 8 trakan pêk tê ku 6 ji wan bi Zazakî, yek jê bi Kurmancî û yek jî bi Soranî ye.