کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Li Almanyayê jinek bi tohmeta alîkariya DAIŞê tê darizandin

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Zinar Şîno
Zinar Şîno 28-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Slovenyayê ji Rûdawê re got: Hatina koçberan gelekî kêm bûye
Cîhan27-06-2026

Slovenyayê ji Rûdawê re got: Hatina koçberan gelekî kêm bûye

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Cîhan26-06-2026

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir

Trump: Me li Tengava Hurmizê 3 dronên Îranê xistin xwarê
Cîhan26-06-2026

Trump: Me li Tengava Hurmizê 3 dronên Îranê xistin xwarê

Dusseldorf (Rûdaw) – Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê jineke Alman bi tohmeta komkirina alîkariyan a ji bo DAIŞê tê darizandin.

Nadine, jineke Alman a 42 salî û dayîka 4 zarokan e, îro rûniştina yekem a darizandina wê ya bi tohmeta komkirina alîkariya darayî ya ji bo DAIŞê li Dadgeha Bilind a Herêmî ya li bajarê Dusseldorfê hat kirin.

Serdozgeriyê tohmeta piştgiriya DAIŞê li Nadineyê kiriye.

Hat ragihandin ku wê bi rêya kanaleke Telegramê ya bi navê "Free Our Sisters" (Ji xwişkên me re azadî), alîkariya darayî ji hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê re şandiye.

Serdozgera li Dadgeha Federal a Almanyayê Silke Ritzertê got:

"Vê tohmetbarê çend salan bi rêya torên civakî alîkarî kom kiriye û ji bo endam û alîgirên DAIŞê şandiye.

Ji ber awayê şandina pereyan û rewşê, em di wê baweriyê de ne ku ev alîkariyên darayî wekî piştgiriyekê bûne ji bo endamên DAIŞê ku çalakiyên xwe bidomînin û alîgirên din jî teşwîq bikin ku di paşerojê de tevlî wê rêxistinê bibin."

“Armanc tenê mirovî bû”

Nadine bi mêrekî Misilman ê Tirk re zewiciye.

Parêzerê wê tekez kir ku komkirina wan alîkariyan tenê karekî mirovî bûye û pêwendiya wê bi karê rêxistinî re nîne.

Her çi qasî ew komkirina alîkariyan red nake jî parêzerê parastinê Serkan Alkan got:

"Bi baweriya min mijar gelekî sade ye.

Di nav dosyeyê de eşkere diyar e ku pere ji zarokan re hatine xerckirin; wekî mînak ji bo dabînkirina sîgorteya vegerê yan jî heqê parêzer.

Ev yek nîşan dide ku armanc ne piştgiriya rêxistina DAIŞê bûye."

Lêpirsînên yasayî û pêvajoyên darizandina alîgirên DAIŞê li Almanyayê her tim di rojevê de ne.

Bi taybetî ku xelkê wî welatî bi xwe jî bûne qurbaniyên wê fikra tundrew.

Zinar Şîno
Zinar Şîno 28-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Slovenyayê ji Rûdawê re got: Hatina koçberan gelekî kêm bûye
Cîhan27-06-2026

Slovenyayê ji Rûdawê re got: Hatina koçberan gelekî kêm bûye

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Cîhan26-06-2026

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir

Trump: Me li Tengava Hurmizê 3 dronên Îranê xistin xwarê
Cîhan26-06-2026

Trump: Me li Tengava Hurmizê 3 dronên Îranê xistin xwarê

Pirsên