Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên navberê yên Kongreya Amerîkayê yên 2026an de Demokratan di pêşbirkên Senatoyê de li gelek eyaletan serkeftin bi dest xist.
Ew eyalet ev in: Georgia, Virginia, Massachusetts, Rhode Island, Delaware, New Jersey, Illinois, North Carolina û New Hampshire.
Li Encûmena Nûneran jî heta niha Demokratan 44 û Komariyan 21 kursî bi dest xistine.
Li Amerîkayê di nîvê heyama duyemîn a serokatiya Donald Trump de hilbijartinên navberê yên Kongreyê tên kirin.
Encamên hilbijartinan gav bi gav tên eşkerekirin.
Li gorî amarên nefermî yên Associated Pressê (AP), li hinek eyaletan serkeftiyên pêşbirkên Senatoyê diyar bûn.
Namzedê Demokrat Jon Ossoff li Georgiayê, Mark Warner li Virginiayê, Chris Pappas li New Hampshireyê û Juliana Stratton li Illinoisê bi ser ketin.
Li Massachusettsê Senatorê Demokrat Edward Markey, li Rhode Islandê John Reed, li New Jerseyê Cory Booker û li Delawareyê Chris Coons ji nû ve hatin hilbijartin.
Li North Carolinayê jî namzedê Demokrat Roy Cooper, hevrikê xwe yê Komarî Michael Whatley têk bir.
Bi vî awayî Cooperî kursiyê Senatoyê yê ku di destê Komariyan de bû xist destê Demokratan.
Ev encam ji bo armanca Demokratan a bidestxistina piraniyê ya li Senatoyê destkefteke girîng e.
Li Floridayê namzeda Komarî Ashley Moodyê namzeda Demokrat Angie Nixon li pey xwe hişt.
Moodyê kursiyê Senatoyê yê ku ji Marco Rubio vala bibû bi dest xist.
Li West Virginiayê jî Senatora Komarî Shelley Moore Capito ji nû ve hat hilbijartin.
Li Kentuckyê Andy Barrê Komarî di pêşbirka Senatoyê de bi ser ket.
Li New Mexicoyê Demokrat Ben Lujan ji nû ve hat hilbijartin.
Her wiha li Connecticutê Waliyê Demokrat Ned Lamont postê xwe parast.
Demokrat li Encûmena Nûneran li pêş in
Di pêşbirkên Encûmena Nûneran de jî encamên destpêkê di berjewendiya Demokratan de ne.
Li gorî amarên nefermî yên APyê, heta niha Demokratan 44 û Komariyan jî 21 kursî bi dest xistine.
Ji bo bidestxistina piraniyê ya li Encûmena Nûneran pêwîstî bi 218 kursiyan heye.
Li gorî pêşbîniyên "Decision Desk HQ"yê, dibe ku Demokrat kontrola Encûmena Nûneran ji destê Komariyan derxînin.
Guherîneke bi vî rengî dikare karê birêvebiriya Trump zehmet bike da ku qanûnên xwe di Kongreyê de bide qebûlkirin.
Parlamentera Fîlîstînî Rashida Tlaib bi ser ket
Endama Encûmena Nûneran a Fîlîstînî ya Demokrat Rashida Tlaibê li herêma 13emîn a hilbijartinê ya Michiganê bi ser ket û kursiyê xwe parast.
Tlaib ji sala 2019an ve heman herêmê li Encûmena Nûneran temsîl dike.
Li herêma 6emîn a Georgiayê Lucy McBath û li herêma 20emîn a Floridayê jî Debbie Wasserman Schultz ji nû ve hatin hilbijartin.
Trump encaman li Koşka Spî dişopîne
Li gorî agahiyên berpirsekî Koşka Spî, Trump li gel endamên kabîneyê û şêwirmendên xwe yên siyasî encamên hilbijartinê dişopîne.
Beriya girtina sindoqan bi demeke kurt, Trump ji kenala CBSyê re axivîbû.
Wî diyar kiribû ku şensekî "baş" ê Komariyan heye da ku bi ser bikevin û gotibû, "Em dê bi encameke şermezarker re rûbirû nemînin."
Rêberê Partiya Demokrat ê li Encûmena Nûneran Hakeem Jeffries jî anî zimên ku partiya wan li ber deriyê wê yekê ye ku kontrola encûmenê dîsa bi dest bixe.
Li hinek navendan pirsgirêk derketin
Di roja hilbijartinê de li hinek navendên dengdanê pirsgirêkên teknîkî derketin û dengdan dereng ma.
Li hinek navendên Chicagoyê ji ber kêmbûna pisûleyên dengdanê pêvajo sekinî.
Her wiha li sê herêmên Pennsylvaniayê ji ber pirsgirêkên makîneyan dema dengdanê hat dirêjkirin.
Sekretera Eyaleta Maineyê Shenna Bellowsê eşkere kir ku dibe li eyaletê rêjeya beşdariyê bigihîje asta rekorê.
Li gorî anketên derketina sindoqan ên APyê, piraniya hilbijêran difikire ku polîtîkayên Trump zererê didin aboriya Amerîkayê.
Di hilbijartinên navîn de deng ji bo çi tên dayîn?
Di hilbijartinên navîn ên Amerîkayê de hemû 435 kursiyên Encûmena Nûneran tên nûkirin.
Ji 100 kursiyên Senatoyê jî ji bo 35 kursiyan hilbijartin tê kirin.
Her wiha li 36 eyaletan parêzgar tên hilbijartin.
Di heman demê de ji bo parlamentoyên eyaletan û rêveberiyên xwecihî jî sindoq tên danîn.
Endamên Encûmena Nûneran du salan carekê tên hilbijartin.
Erkê senatoran 6 sal in û her du salan carekê sêyeka wan tê nûkirin.
Tê çaverêkirin ku encamên hilbijartinên navîn bandoreke rasterast li polîtîkayên Trump ên aborî, bazirganî, bac û siyaseta derve bikin.


