Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên payebilind ên welatên Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê ku ji Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê pêk tê, îro li Tehrana paytexta Îranê bi rayedarên Îranê re civiyan.
Ev hevdîtina çaralî di bin siya metirsî û aloziyên giran ên herêmê de dest pê kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku ev civîn dikare bibe destpêka mekanîzmayeke ewlehiya herêmî.
Şandeya hevpeymaniyê
Li gorî agahiyan, şandeya Hevpeymaniya Mekeyê ji Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman û Serfermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr pêk tê.
Hat ragihandin ku ev şande ji aliyê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî ve hat pêşwazîkirin û tê çaverêkirin ku şande bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re jî hevdîtinekê pêk bîne.
Rojeva sereke kêmkirina aloziyên herêmî ye
Alîkatê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Baqirî diyar kir ku armanca sereke ya vê civînê kêmkirina aloziyan, bipêşxistina diyalogê û piştgirîkirina hewldanên navbeynkariyê yên Qeter û Pakistanê ye.
Di vê çarçoveyê de mijarên wekî parastina aramiya herêmê, encamên êrişên leşkerî û şerê 8 mehên dawî, bipêşketinên li Filistîn û Libnanê û gihandina alîkariyên mirovî tên nirxandin.
Her wiha êrişên vê dawiyê yên Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li ser axa Erebistana Siûdî jî di nav mijarên girîng de ne.
Bandora Peymana Parastinê ya Mekeyê
Ev hevdîtin piştî hewldaneke mezin a leşkerî tê ku tê de Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê Tebaxa 2026an peymaneke parastinê ya hevpar a bi navê "Peymana Parastinê ya Mekeyê" îmze kiribû.
Li gorî xalên vê peymanê, êrişeke çekdarî ya li ser welatekî endam, wekî êrişeke li ser hemû welatên endam dê were pejirandin.
Her çend pêvajoyên pesendkirina fermî li parlamentoyên Tirkiye û Pakistanê berdewam bin jî, ev gava sêalî bandoreke mezin li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn kiriye û Îranê jî neçar kiriye ku mekanîzmayeke nû ya ewlehiyê li gel vê hevpeymaniyê nîqaş bike.



