Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Îran beriya hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên ku dê 3yê Çiriya Paşîn werin kirin, ji bo bilindkirina bihayê petrolê "her tiştî" dike.
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û birêvebiriya Îranê kir armanc.
Trump bal kişand ser bihayê petrolê ku beriya hilbijartinên krîtîk ên navberê yên Kongreyê di rojeva raya giştî ya Amerîkayê de ye û di vê mijarê de Îran tawanbar kir.
"Çi ji destê wê tê dike"
Trump got, "Îran beriya hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê ji bo bilindkirina bihayê petrolê çi ji destê wê tê dike."
Trump di berdewamiya peyama xwe de anî zimên:
"Heta êrişên sexte, mayîn û her tiştên bi vî rengî derdixin holê çimkî niha rêjeya petrola ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe, li gorî dema beriya destpêkirina pevçûnan jî zêdetir e."
Serokê Amerîkayê dubare kir ku dê Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerê û her wiha îdia kir ku Tehranê "75 hezar xwenîşander" jî kuştine.



