Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo standina alîkariyên zêdetir ji bo koçber û penaberan li Bruksela paytexta Belçîkayê çû serdana Yekîtiya Ewropayê.
Şandeyê xwest ku alîkariyên mirovî yên ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî û Birêvebira Giştî ya Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan a Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl çûn ofîsa sereke ya alîkariyên mirovî ya Yekîtiya Ewropayê.
Şande bi Alîkarê Birêvebirê Alîkariyên Mirovî yên Rojhilata Navîn û Afrîkayê re civiya.
Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re got:
"Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e alîkariyên mirovî yên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo penaber û koçberên Herêma Kurdistanê berdewam bin."
Şande di çarçoveya serdana xwe de çû serdana Navenda Sereke ya Hevahengiya Bersivdayîna Hawarçûn û Krîzan a Yekîtiya Ewropayê jî.
Armanca serdanê ew bû ku ji nêzîk ve bi awayê xebata wan nas bikin.
Di beşeke din a serdanê de girîngiyeke taybet bi bikaranîna teknolojiya serdemê hat dayîn.
Ev teknolojî di dema lehî, erdhej, pêlên koçberiyê û krîzên cuda yên xwezayî û mirovî de ji bo alîkariyê tê bikaranîn.
Di heman demê de behsa bipêşxistina hevkariya dualî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de hat kirin.
Ev hevkarî ji bo wê ye ku di van waran de sûd ji zanist, teknolojiya nû û tecrubeya Yekîtiya Ewropayê were wergirtin.


