Dusseldorf (Rûdaw) - Partiya herî mezin a mixalefetê ya Almanyayê hêdî hêdî kelehan yek bi yek hildiweşîne û vê yekê jî tirs xistiye dilê koçberan.
Li eyaleta Sachsen-Anhaltê ya Almanyayê cara yekem di dîroka welêt de endamekî partiya rastgira tund AfDyê bû serokê parlamentoya herêmî.
Ev serkeftina rastgirên tund tirs xistiye dilê koçberan.
“Rojeke reş ji bo demokrasiyê”
Li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê jiyan wekî her carê bi pirrengiya çandî didome.
Ew herêm wekî navenda bihevrejiyana bi hezaran koçberan tê naskirin lê li rojhilatê welêt, bi taybetî li eyaleta Sachsen-Anhaltê bahozeke siyasî rabûye.
Endamekî Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgira tund Cara yekem e ku bû serokê parlamentoya herêmî.
Ev serkeftin wekî "şikandina dîwarê siyasî" yê li dijî tundrewan tê dîtin.
Partiyên demokratîk ên Almanyayê bi salan bû ev astengî ji bo dûrxistina tundrewan ava kiribû.
Ji bo demokrasiya Almanyayê ev yek wekî "rojeke reş" tê pênasekirin.
Partiya ku li dijî koçberan e, di her hilbijartinê de xurttir dibe.
“Peyameke ne baş e”
Parêzerê Alman Rene Muller li ser vê mijarê nêrînên xwe anîn zimên û got:
"Ev yek ji dil mirovan dilgiran dike. Parlamento mala demokrasiyê ye. Hebûna nûnerekî nedemokrat di serkirdayetiya parlamentoyê de peyameke ne baş e."
Muller bal kişand ser hilbijartinên paşerojê û got:
"Mijar bi dilgiraniya paşerojê ve jî girêdayî ye. Em ji niha ve li ser hilbijartinên 2029an ên Parlamentoya Federal û li ser bandorên wê diaxivin. Ev yek dîsa mirovan dilgiran dike.
Tirsa min ew e ku lêborîn, azadî, ewlehî û demokrasî kêm bibin. Gelek tişt hene ku cihê dilgiraniyê ne. Ez nizanim bê dê rewş ber bi başbûnê ve biçe yan na."
Tirs ketiye dilê koçberan
AfD niha di Parlamentoya Federal de partiya herî mezin a mixalefetê ye.
Ev partî hêdî hêdî kelehan yek bi yek hildiweşîne.
Vê bipêşveçûna AfDyê tirs xistiye dilê hemû koçberan.
Hendirên û Roşen, du jinên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Ew 30 sal in li Almanyayê dijîn û li bajarê Dusseldorfê xwaringeheke wan heye.
Her du jinên Kurd niha ji paşeroja xwe ditirsin.
Ew dibêjin ku eger rewş wisa biçe ew dê ji Almanyayê derkevin.
"Dixwazin pişta demokrasiyê bişkînin"
Niha li kolanên Almanyayê û li ber deriyê karsazên koçber pirsek heye: Ev serkeftin, destpêka dawiya dîtinên demokratîk e, yan jî qonaxeke nû ya krîza siyasî ya Almanyayê ye?
Alîgirên AfDê dibêjin, "Ev yek dawiya îzolasyona siyasî ye."
Lê partiyên din hişyariyê didin û dibêjin, "AfD hatiye da ku pişta demokrasiyê li vî welatî bişkîne."



