Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bîharê ya li rojhilatê Hindistanê botek bin av bû û herî kêm 13 kes mirin ku piraniya wan zarok bûn.
Rayedaran da zanîn ku bûyer şeva sêşemê li navçeya Vaishaliyê ya eyaleta Bîharê qewimiye.
7 kes hatin rizgarkirin
Rayedara herêmî Varsha Singhê ji rojnamegeran re ragihand ku heta niha termên 13 kesan hatine dîtin û got:
"Heft kes hatin rizgarkirin û xebatên rizgarkirinê yên ji bo dîtina kesên din berdewam dikin."
Serokwezîrê Eyaleta Bîharê Samrat Choudhary da zanîn ku wî ji bo bidawîanîna bilez a xebatên rizgarkirinê û misogerkirina dermankirina birîndaran ferman daye birêvebiriya herêmî.
Serokê Mixalefetê yê Eyaleta Bîharê Tejashwî Yadav jî eşkere kir ku zarok ji bo beşdarbûna dawetekê li botê siwar bûnê û ev bobelat çêbûye.
Peyama Narendra Modi
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesabê xwe yê Xê xemgîniya xwe anî zimên û got ku mirina wan kesan "gelekî bi êş e” û di peyama xwe de wiha got:
"Di vê dema dijwar de dilê min bi malbatên wan re ye. Ez ji bo başbûna bilez a hemû birîndaran dia dikim.
Birêvebiriya herêmî alîkariyê dide kesên ku ji vê bobelatê zerer dîtiye."



