Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê di mîtîngeke li eyaleta Alaskayê de amaje bi gavên nû yên li dijî Îranê kir.
Trump li bajarê Wasillayê di çarçoveya bangeşeya ji bo bamzedên Komariyan a beriya hilbijartinên nîvê serdemê yên 3yê Çiriya Paşîn de ji alîgirên xwe re got:
"Li bendê bin heta hûn bibînin bê ma em dê çi bînin serê Îranê. Em dê derbeke mezin lê bixin. Êdî sebra me nema, hûn jî dizanin sebra me qediya.
Ew tenê li bendê ne. Tiştê herî girîng ew e ku nabe çekên wan ên nukleer hebin."
Plana Trump û Netanyahuyê
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê hatin ku malpera nûçeyan a Axiosê roja sêşemê ragihandibû ku Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser destpêkirina operasyoneke nû ya mezin a li ser Îranê axivîne.
Di nûçeyê de li ser zarê du rayedarên Amerîkayî û çavkaniyên agahdar hat destnîşankirin ku ev hevdîtin beriya wê yekê hatine kirin ku Trump bi awayekî eşkere ragihîne ku ew dê beriya hilbijartinên nîvê serdemê yên Amerîkayê êrişî Îranê nekin.



