Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dibe ku ew ji Tirkiyeyê bixwaze beşdarî operasyoneke leşkerî ya li dijî Hûsiyan a li Yemenê bibe.
Trump bersiv da pirsa rojnamegeran a "Gelo dê Tirkiye jî dawetî operasyonê were kirin an na?" û ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Hevalekî min ê gelekî baş e. Ez gelekî rêzê lê digirim."
Trump bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî gef li Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan xwar. Hûsiyan demên dawî êrişên xwe yên li ser Erebistana Siûdî zêde kirine.
Trump angaşt kir ku Hûsî beriya hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê bi qestî hewl didin bihayê petrolê bilind bikin. Trump diyar kir ku ew dê van êrişan ji bîr neke.
Trump: Erdogan hevalekî min ê gelekî baş e
Trump pirsa rojnamegeran a ku dê Tirkiye jî dawetî operasyoneke leşkerî ya li dijî Hûsiyên li Yemenê bê kirin an na wiha bersivand:
“Ez dikarim dawet bikim. Erdogan hevalekî min ê gelekî baş e. Ez gelekî rêzê lê digirim.”
Trump li ser wê yekê hûrgilî parve nekirin bê ma di operasyoneke wiha de roleke çawa ji Tirkiyeyê bixwaze.
Her wiha wî eşkere nekir ku Washingtonê di vê mijarê de bi Enqereyê re pêwendiyeke fermî daniye an na.
Peyama Trump a ji bo Hûsiyan: Ez dê vê ti carî ji bîr nekim
Serokê Amerîkayê ji hesabê xwe yê Truth Socialê tevgerên Hûsiyan rexne kirin. Wî êrişên Amerîkayê yên par ên li ser pêgehên Hûsiyan ên li Yemenê bi bîr anîn û got:
“Hûsî gelekî xirab tevdigerin. Salek berê dema me bi tundî li wan xist min wisa zanîbû ku wan dersa xwe girtiye. Her wiha me li ser daxwaza wan êriş rawestandibûn. Ew demeke dirêj bêdeng man lê niha dîsa derketin holê.”
Trump angaşt kir ku dibe ku Hûsî bi fermana Îranê tevdigerin û wî birêvebiriya Tehranê jî kir hedef.
Trump Îran wekî "welatekî têkçûyî" pênase kir. Wî angaşt kir ku hêzên deryayî û asmanî yên wî welatî tunenin. Wî her wiha anî zimên ku aboriya Îranê xirab e û enflasyon gihîştiye ji sedî 301ê.
Trump parast ku Hûsî êrişî Erebistana Siûdiyê dikin û bi zanebûn dixwazin beriya hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê bihayê petrolê bilind bikin. Trump derbarê vê yekê wiha got, "Ev qet ne xweş e."
Trump diyar kir ku ew di hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên 3yê Çiriya Paşîn de ne namzed e û di parvekirina xwe de ev tişt gotin:
“Divê kesek ji wan re vebêje ku ez di hilbijartinan de ne namzed im û min ji xwe hilbijartin bi ferqeke mezin qezenc kirine lê belê piştî hilbijartinan ez dê li wir bim û ez dê vê yekê ti carî ji bîr nekim!”
Trump rasterast bersiv neda pirsa ku gelo dê Amerîka êrişeke nû ya leşkerî li dijî Hûsiyan bike an na.
Êrişên Hûsiyan aloziya herêmî zêde dikin
Hûsiyên ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, rojên dawî êrişên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor û Tengava Babulmendebê zêde kirine. Ev dever xwedî girîngiyeke stratejîk in.
Wê komê her wiha Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid a li Riyadê jî kir hedef.
Li gorî zanyariyan, di êrişan de 13 kesan mirine û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku piştî êrişan qada asmanî ya Riyadê hatiye girtin.
Pêşhatên dawî di demekê de rû da ku şerê di navbera Hûsî û hêzên hikûmeta Yemenê de careke din dijwar bûye. Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdiyê piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê.
Hûsî ji sala 2014an ve ji bilî paytext Senayê, gelek parêzgehên welêt jî kontrol dikin.
Koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdiyê Adara 2015an ji bo piştgirîkirina hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, midaxaleya leşkerî pêk anîbû.
Piştî têkçûna agirbesta sala 2022yan, şer û pevçûn tîrmehê careke din dijwar bûbûn.
Daxuyaniya Trump, li ser gavên ku Washington dikare li dijî Hûsiyan biavêje û rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de pirsên nû derxistin holê lê belê Trump eşkere nekir ku derbarê beşdarbûna Tirkiyeyê ya di operasyonê de ti biryarek hatiye dayîn an na.



