Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bawer nake ku Çîn û Rûsya alîkariya Îranê dikin.
Wî diyar kir ku eger alîkariyek hebe jî ew dê di asteke gelekî nizm de ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Wî îdiayên ku dibêjin "Çîn û Rûsya alîkariya Îranê dikin" nirxandin.
“Eger alîkarî hebe di asteke gelekî nizm de ye”
Trump kesên ku van îdiayan derdixin wekî "çepgirên tundrew" bi nav kirin.
Wî da zanîn ku wî gelek şîroveyên wan dîtine lê ew ji van îdiayan bawer nake.
Trump li ser mijarê got, “Eger wisa be jî ev yek di asteke gelekî nizm de ye lê ez bawer nakim ku ew alîkariyê dikin.”
“Tiştekî wan ê zêde heye ku ji dest bidin”
Serokê Amerîkayê di daxuyaniya xwe de peyamek da Çîn û Rûsyayê jî.
Trump li ser îhtîmala alîkariya her du welatan a ji bo Îranê hişyarî da û got:
“Tiştekî wan ê zêde heye ku ji dest bidin. Em dê bi vê yekê bihesin, hem jî gelekî zû.”



